Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin 2020-04-24 22:16:21     STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, îdianameya der barê 6 rojnamevanê ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê eskerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin amade kir. Dozgeriyê xwest ji 8 salan heya 17 salan ceza bê birîn.    Der barê 6 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê eskerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin îdianame hat amadekirinç Îdianame bi hinceta "Muxalefeta li dijî Qanûna MÎT'ê" hatiye amadekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianame der barê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvanoglû, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya enîçagê Mûrat Agriel de îdianame amade kir.   Di îdianameyê hatiye xwestin ku li rojnamevanan ji 8 salan heya 17 salan ceza bê birîn.