Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600 2020-04-24 19:37:25   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 109 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 600.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabolaya der barê daneyên Covîd-19'yê parve kir.   Li gor tabloya hatiye parvekirin di 24 saetên dawî de 109 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 3 hezar û 122 kesên din de jî şewb hatiye tespîtkirin. Bi van hejmarên dawî li Tirkiyeyê heya niha 2 hezar û 600 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin jî bûye 104 hezar û 912.    Her wiha heya niha 21 hezar û 737 kes jî baş bûne.