Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in 2020-04-24 15:04:04   AMED - Endamê Komeleya 78'an Rifat Ronî polîtîkayên AKP-MHP'ê yên bû sedema mirina Mustafa Kocak rexne kir û wiha got: "AKP-MHP'ê bi zext û çavsoriyên ku li ser civakê dikin, gefên ku li civakê dixwin, bêexlaqî û bêwijdaniya ku li ser gel û civakê ferz dikin, mifte li dil û wijdanê civakê jî xıstine. Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedîkar û şermezar in."    Mustafa Koçak, ji bo daxwaza darizandina bi edalet li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Kiriklarê dest bi rojiya mirinê kiribû. Kocak şevê din di roja 297’an de jiyana xwe ji dest da. Bertek û nerazîbûna li dijî bêdengiya ku bû sedema mirina Kocak zêde dibe. Endamê Komeleya 78'an Rifat Ronî bertek nîşanî helwest û polîtîkaya îqtîdara AKP-MHP'ê ku bu sedema mirina Mustafa Kocak da û wiha got: "Li welatekî ku piraniya civaka wî dibêje ez misilman û xwedî bawerî me, îro dest bi rojıya remezanê kir, dê heta êvarê rojî bigire, êvarê bi xwarinên xweş û cûr be cûr zikê xwe têr bike. "    'KESÊN CÎRANÊ WAN BIRÇÎ BIN Û BI DILÊ REHET RAZÊN EW NE JI ME NE'    Ronî bal kişand ser sinc û pîvanên Îslamê û wiha berhdewam kir: "Di baweriya îslame de yek ji wateya herî mezin a girtına rojiyê, famkirina halê kesên birçî ye. Jixwe gotıneke pêxemberê îslamê heye ku dibêjê "kesê/a ku cîranên wî/wê birçî bin û ew bê xem û bi dilê rihet razê ne ji me ye. Me vê sibê, (24'ê nîsanê 2020) di roja yekemîn a vê meha pîroz de, çavên xwe bi nûçeya  Mustafa Koçak ê ku 297 roj in di rojiyê de bû û jiyana xwe ji dest daye vekir. Gelo li hemberî vê bûyera dilşewat, wê  nêzîkatıya me ya wijdanî çawa be. Em ê empatiyeke çawa bikin û bertekeke çawa nîşan bidin. Ev refleks, empatî û berteka me ya li hemberî vê jiyana ku ji nava me bar kir, wê bibe pîvan û nîşana asta parastına me ya nirxên mirovahî mirovbûnê."    'ME EFÛ BIKIN'    Roni herî dawî xwest ji ber bêdengiyê wan biborînin û wiha bi dawî kir: "Hewarıyên azadıyê û jiyana bi rûmet!  Hûn, xwedıyên vîna ji pola, kesayet û jiyana we pîroz bû, rihê we jî bû pîroz. Ji ber ku em ên ku dibêjin (ne demokrat û şoreşger) bi wijdan in, mirovhez in,  li têkoşîn û berxwedana we û yên beriya we ku parastina nirx û rûmeta mirovahıyê bû, derneketin û li dora we nebûn xelek, em fedîkar û şermezar in. Bi rihê xwe yên pak û haqij li me biborin, me efû bikin. Silavên me yên şermokî li berxwedêr  û parêzvanên parastina rûmeta mirovahiyê bikin. Di nava gul û kulîlkên bihuştê de, ku cih û meskenê kes û kesayetên bı rûmet e de; rabin, rûnin, razên, li me temaşe bikin û bi jiyana me ya durû, derewîn û xapînok bikenin. heta ku em ji şerman serê xwe bera ber xwe bidin û careke din bêrûmetıyên bi vî rengî nejîn."