ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin 2020-04-24 12:52:51   STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, derbarê mirina Mûstafa Koçak de daxuyanî da û got: “Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, derbarê mirina Mûstafa Koçak ê bi daxwaza “darizandinek adîlane” ketibû rojiya mirinê û di roja 297’an de jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mûstafa Koçak di dema li Şaxa TEM’ê ya Stenbolê dibin çavan de bû, rastî îşkenceyê hatibû. Dibin çavan de me Koçak ziyaret kir. Behsa îşkenceya lê hatibû kirin kir. Me bi Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê re di 3’yê Cotmeha 2017’an de, têkildarî Koçak civîna çapemeniyê pêk anî bû û îşkenceya lê hatibû kirin li ber raya giştî teşhîr kiribû. Koçak ji ber îfadeya şahidê nepen di dadgeha yekemîn de bêyî ku mafê parastinê bê dayîn cezayê muebeta giran lê hatibû birîn.”   DARIZANDINA ADÎLANE HAT BINPÊKIRIN   Di dewama daxuyaniyê de, wiha hat gotin: “Zextên li ser Koçak li Girtîgeha Sîlîvrî jî dewam kirin. Em çûn girtîgehê û me xwest em bi Koçak re hevdîtin bikin. Lê weke ku Koçak birevînin sîrgûnê Îzmîrê kirin. Destûr nedan ku Koçak tiştên hatin sere wî vebêje. Mafê darizandina adîlane bin pê kirin. Ji ber ku Koçak teslîm nebû, ji wî tol girtin.”   DIVÊ MAFÊ JIYANÊ BÊ PARASTIN   ÎHD’ê, diyar kir ku Koçak li dijî bêmafiyên li wî hatin kirin derket û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Li dijî daxwaza wî ya darizandinek adîlane êrîş kirin. Guhê xwe ji daxwaza Mûstafa ya darizandinek adîlane re girtin û mirina wî temaşe kirin. Em cardin bang li kesên welat bi rêve dibin dikin, pêkanînên bêmaf û bêhiqûq ji holê rakin. Ev pêkanînên we dest pê kê bûn sedema mirina Hêlîn Bolek û niha jî bûn sedema mirina Mûstafa Koçak. Berî ku Îbrahîm Gokçek, Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal jiyana xwe ji dest bidin tavilê dawî li van pêkanînên xwe bînin. Em bang dikin ku daxwazên wan ên mafdar bên qebûlkirin û mafê jiyana wan bê parastin.”