Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin 2020-04-24 12:33:15   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan ji bo Meclîs lêkolînê bike pêşniyaz da û got: “Sedsalek e Ermenî li benda edaletê ne. Ev edalet li Meclîsa Tirkiyê dikare were dabînkirin.”   Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ji bo qirkirina gelê ermen a di sala 1915’an de pêk hat were lêkolînkirin, ji bo kiryar û berpirs werin tespîtkirin, bi qirkirinê re hevrûbûn çê bibe û temînkirina edaletê pêşniyaz da Meclîsê. Paylan pêşniyaza lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir û di pêşniyazê de got: “Di 24’ê Nîsana 1915’an de bi biryara hikumeta Îttîhat û Terakkî, qirkirina ermenan bi sirgûn û girtina siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran dest pê kir û bi qetilkirina ermenan a giştî bi dawî bû. Ev qirkirin bû sedema talaniya suryanî, keldanî, êzidî, rûm û gelên din ên xirîstiyan. Neteweyên Yekbûyî vê qirkirinê wek ‘Sûcê Qirkirinê’ pênase kir. Bi ser felaketa mezin ku bi serê gelê ermen ve hat 105 sal derbas bû. Tevî ewqas sal jî Meclîsa Tirkiyê hêj vê qirkirinê lêkolîn nekiriye, edalet nehatiye temînkirin û nav li vê yekê nehatiye dayîn. Ermenên ji Tirkiyê li gelek welatên dinyayê belav bûne û sedsalek e li benda edaletê ne. Encax ev edalet di wîjdanê hevpar ê gelên Tirkiyê û Meclîsa Tirkiyê de dikare were temînkirin. Ji ber vê yekê jî cihê ku qirkirina ermenan lê were lêkolînkirin beriya her tiştî Meclîsa Tirkiyê ye. 105 sal e qirkirin nehatiye hevrûkirin. Her cara ku qirkirin tê rojevê lê bi polîtîkaya înkar û îmhayê re rûbirû dimîne.”