KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe 2020-04-24 10:55:40   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta destpêka Rojiya Remezanê daxuyanî da û xwest ev beh bi bereket û tenduristî derbas bibe. KCD'ê destnîşan kir ku destûr nadin ola Îslamê bê îstîsmarkirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta destpêka meha rojiya Remezanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê anî ziman ku di pêvajoyek ku mirovahî li hemberî bapêşa Covîd-19 têkoşînê dide ketin meha pîroz a Remezanê û wiha got: "Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hêvî dikin ku meha Remezanê ya ku ji o alema Îslamê pîroz e bi bereket û tendurist derbas bibe."    KCD'ê bibîr xist ku meha Remezanê ya pîroz mirovan bi nirxên bingehîn ê Îslamiyetê re tîne rû hev û dibe wesîleya aşitî, xwişk-biratî û piştevaniyê û wiha cih da daxuyaniyê: "Mixabin hin desthilatdar bi sedsalane ye ku nirxên ola Îslamê ji polîtîkayên xwe yên zilmê re dikin amûr û bi vî awayî tevahî civaka Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Yên ku zilmê dikin kî dibin bila bin, bi kîjan sedeman polîtîkayên zilmê pêşdixin û bi nav dikin bila bi nav bikin, têkoşîna li hemberî zilma wan bê dayîn, divê ji bo her Mislimanekî erka mirovî be. Wekî KCD'ê em careke din dixwazin bi bîr bixin ku ola Îslamê ola aşitî, xwişk-biratî û cihê xweşbiniyê ye. BANGA me ji bo tevahî alema Îslamê ev e; Divê ji niha û şûnve em destûr nedin ku kes nirxên ola îslamê ji bo berjewendiyê xwe neke amûr û bi vî awayî baweriya mirovan îstîsmar neke.  Em dikarin bi felsefeya aşitî, xwişk-biratî û bi xweşbiniya ola Îslamê, li hemberî aqilê desthilatdarên ku Mislimanan li dijî Mislimanan, Kurdan li dijî Kurdan û baweriyên cûda bi hev dide şikandin têkoşînê pêk bînin."    KCD'ê, di dawiya daxuyaniyê de heviyên xwe anîn ziman û got: "Em hêvî dikin ku meha Remezanê ji bo gelê me di nava aşitî, piştgirî û tenduristiyê de derbas bibe. Divê em ji bo xizanên hejmara wan digihêje sedhezaran, mirovên birçî ji bîr nekin û di vê meha pîroz de empatiyê pêk bînin û bêyî kesî biêşînin tora piştevaniyê ava bikin. Bi hêviya ku em kesê pêdiviya wan bi alîkariyê hebe bê piştgirî û ji slava aşitî, xwişk û biratiyê bêpar nehêlin em dixwazin meha Remezanê ji tevahî alema Îslamê re aramî û aşitiyê bîne. Em destûr nadin ku ola Îslamê bê îstîsmarkirin!"