Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin 2020-04-24 10:32:26   ÎZMÎR – Cenazeyê Mustafa Koçak ê ji bo daxwaza darizandina adilane di roja 297’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da dê li Stenbolê were veşartin.   Mustafa Koçak ê ji doza kuştina Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz ku li Dadgeha Çaglayana Stenbolê pêk hat, dihat darizandin sala borî  cezayê girankirî yê muebetê lê hat birîn. Koçak jî sala borî  bi daxwaza darizandina adilane dest bi greva birçîbûnê kiribû û di roja 93’yemîn de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di roja 255’emîn a çalakiyê de li mudaxeleyî Koçak ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê dihat ragirtin kirin. Koçak di 12’ê adarê de birin Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê. Koçak ê 297 roj bû di rojiya mirinê de bû di saetên şevê de jiyana xwe ji dest da.   ‘EM XEMGÎN IN’   Cenazeyê Koçak ji Girtîgeha Kiriklarê hat wergirtin û ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Li ber morgê xwişka Koçak, Mîne Koçak diyar kir ku saet 03.47’ê şevê parêzeran agahiya şahadeta birayê wê dane û got: “Em ê cenazeyê xwe bibin Stenbolê. Em gelek xemgîn in. Em nizanin ka wesiyeta wî hebû an tune bû. Piştî em bibin Stenbolê em ê biryar bidin li ku veşêrin.”   ‘YÊN BÊDENG MAN BERPIRSIYAR IN’   Ji parêzerên Koçak, Oguzhan Topalkaya jî diyar kir ku yên ji mirina Mustafa Koçak re bêdeng man berpirsiyarê mirina wî ew kes in. Topalkaya destnîşan kir ku Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak jiyana xwe ji dest dan lê xwest ji bo endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek, parêzer Dîdem û Ozge dereng neyê mayîn û demildest divê bersiv bidin daxwazê wan.