Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin 2020-04-24 09:05:11   ÎZMÎR – Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, diyar kir ku di çarçoveya Kampanya Malbatî ya Xwişk û Bira de xwe gihandin 400 malbatan û got: “Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji vê pêvajoya pandemînêd bi bandor dibin.”   Kampanya Malbatî ya Xwişk û Bira ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di pêvajoya  şewba vîrûsa korona (Kovîd- 19) dabû dest pê kirin de dewam dike. Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriya Tekgur derbarê kampanyayê de axivî û diyar kir ku wan li 26 navçeyan xebatên xwe bi rêve birin, di encama vê xebatê de xwe gihandin 700 malbatan û 400 malbat bi malbatên xwişk û biran re dane nasandin. Tekgur, bal kişand ser pêwîstiya piştevaniyê ya di vê  pêvajoyê de û wiha axivî: “Emê bi hêvî piştevajiyê vê pêvajoya şewbê derbas bikin. Me li Îzmîrê 700 malbat pêwîstiya wan bi alîkariyê heye tespît kirin. Niha 700 malbata ji bo piştevaniyê li benda alîkariyê ne.”   ‘ME MASEYÊN KRÎZÊ AVA KIRIN’   Tekgur, anî ziman ku hikumet li dijî vîrûsê bergiriyên têr nagire û wiha bilêv kir: “Ji bo kampanya malbatî me maseyên krîzê avakirin. Niha li 26 navçeyan maseyên me yên krîzê hene. Ev koordînasyon û mase dest pê kê ji 3 bijîşkan ava dibû. Dûre me lejne ava kir. Bijîşkên me li malbat û kesên di karantînayê de digerin û xwe di gihînin kesên nexweş û li ser telefonê ji wan re dibin alîkar. Malbatên li benda alîkariyê ne hene. Herî zêde kesên rojkî dixebitin, kesên ji kar hatine avêtin û jin li me digerin. Weke tê zanîn krîza aborî jî di vê pêvajoyê de hîn mezintir bû. Gel di rewşek zor û zehmet deye. Kes guh nade kesên ji kar hatine avêtin. Êdî gel nikare nan bibe malên xwe.”    RÛPOŞ PEYDA NABIN   Tekgur, polîtîkayên hikumetê yên derbarê rûpoşên bêpere de jî, nirxand kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girseyeke ku nikare xwe bi gihîne rûpoşan heye. Rûpoş peyda nabin. Dewlet li aliyêkê dibêje rûpoşan bi kar bînin û li aliyê din jî rûpoş peyda nabin. Gel jî neçar dimîne ku serî li rêyên cuda bidin û wisan rûpoşan bi dest bixin. Pêdiviya gelek malbatên me bi alîkariyê heye. Em bang dikin ku hemû kesên bi hestiyar alîkariyê bidin kampanya me. Em dixwazin ku vê pêvajoyê bi piştevanî û hêviyê derbas bikin.”