Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e 2020-04-24 09:01:36   MÊRDÎN – Ji ermenên Derikê Zekerya Sabûncû behsa Qirkirina Ermenan a 105 sal berê pêk hat kir û got: “Jixwe em nikarin tiştên qewimîn paş de bînin, lê qet nebe pêwîste bi qirkirinê hevrûbûn pêk were.”   Di serdema ku Împaratoriya Osmaniyan hildiweşe û ber bi avakirina Komara Tirkiyê ve diçe, li dijî ermeniyan di sala 1915’an de qirkirin pêk tê. 105 sal bi ser qirkirinê de derbas bû. 24’ê Nîsanê 1915’an wek destpêka qirkirinê tê zanîn û piştî komkujiyê bi sed hezaran ermen tên qetilkirin û sirgûnê welatên cuda tên kirin. Ermenên sirgûn bûn li gelek welatan ji bo parastina hebûna xwe neçar man ku nasnametiya xwe ya ermenîtiyê veşêrin û da ku li jiyanê bimînin.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî hejmarek nayê zanîn ku welatiyên ermen hatine qetilkirin. Ji ermenên niha li Derikê Zekerya Sabûncû behsa hovîtiya li dijî ermenan pêk hat kir û diyar dike ku gelek xizmên wî tên kuştin.   JI BO QIRKIRINÊ FETWA DIDIN   Sabûncû da zanîn ku beriya qirkirinê li Derikê 400 malbatên ermen hebûne û ew bi kar û barê çandiniyê re eleqedar bûne. Sabûncû anî ziman ku di wê serdemê de 7 dêr û 3 dibistan hebûne û got: “Li dibistanan bi zimanê ermenî, fransî û osmanî perwerde hatiye dayîn. Pîrika min li wê dibistanê perwerde dîtiye. Dema hêj ez zarok bûm tê bîra min pîrika min bi bavê min û kalikê min re bi ermenkî diaxivî.”   Sabûncû destnîşan kir ku di serdema qirkirinê de rewşa ekonomik a ermenan baş bûye û wiha got: “Bi biryara qirkirinê re navtêdanê li gelê herêmê dikin ku li dijî ermenan derkevin. Li gorî mezinên me digotin, bi fermanê re axa, şêx û mele li hev dicivin. Axayan fetwaya mal û milkê ermenan daye û jixwe re veguherandine fersendê. Şêx û meleyan jî fetwaya ‘heke hûn ermenan bikujîn hûnê biçin cinetê’ dane. Ewilî hemû çekên ermenan didin hev. Pişt re bi rêbaza bacê di warê ekonomik de wan feqîr dikin. Yên çav bera mal û milkê ermenan didin desteser dikin. Bi fermanê re qatilek û dizek li ku hebûye êrişî ermenan kiriye.”   'YÊN NAMIRIN CARA DUYEMÎN DIAVÊJIN’   Sabûncû da zanîn ku li Derikê piştî 1915’an ji 300 malbatên ermen tenê 40 kes rizgar dibin û got: “Her wiha mezinên me wisa jî digotin dema ferman derketiye rûspiyên ermenan li saziyên dewletê kom kirine û yên navsere jî qetil dikin. Zarok, jin û extiyar dimînin. Wan jî dabeşî 7 qefîleyan dikin û dibin ser gir û nava newalên Derikê û qetil dikin. Misilmanê li vir dijîn jî tiştên hatine serê ermenan vedibêjin. Tiştên em nizanin jî ew dibêjin. Dema bi komî derdixin serê giran wan û di zinaran de avêtine. Hin hovan gotiye ‘ka em lê binêrin çend kevokên me difirin.’ Zarokên biçûk di zinaran de avêtine. Yên namirin jî carek din diçin wan tînin û diavêjin.”   QALA ÇÎROKA PÎRÎKA XWE KIR   Sabûncû desetnîşan kir ku di wê serdemê de hin malbat û axa zarokên ermenan dixin bin banê xwe û yek ji van jî pîrîka wî ye û got. “Axayek li herêmê wê hildide cem xwe û mezin dike. Piştî mezin dibe bi yek ermen re dizewice. Pişt re zarokên wan çêdibin û li herêmê mezin dibin. Navê kalê min Agop bû û hosteyê çêkirina sabûnan bû.” Sabûncû di dewama axaftina xwe behsa serpêhatiya pîrîka xwe kir.   ‘BI TIŞTÊN QEWIMÎNE RE DIVÊ HEVRÛ BIBIN’   Sabûncû da diyar kir ku hin ermenên li herêmê manej î ji bo neyên kuştin û rastî êrîşan neyên di salên 1950’iyan de koçî Stenbolê dikin û got: “Ez piştî 37 sal li Stenbolê mam, vegeriyam Dêrikê. Hêj li Dêrikê dijîm. Însanên li vir bi kêfxweşî min pêşwazî kirin û dikin. Xelkê herêmê bi xwe jî tiştên mezinên wan li herêmê pêk anîne vedibêjin. Ew bi xwe jî diyar dikin ku ew ji ber tiştên bav û kalên wan kirine, şerm dikin û wan şermezar dikin. Heke xeteyek hebe jî qet nebe însan qebûl dike. Jixwe qewimiye û derbas bû. Ne mimkin e tiştên qewimîne paş de werin lê qet nebe divê bi tiştên hatine kirin re hevrû bimînin.”   MA / Omer Akin