Nexweşxaneyên taybet ku kar nakin berê xwe dan kedkarên tenduristiyê 2020-04-23 15:10:56   AMED – DTO’yê bertek nîşanî nexweşxaneyên taybet ku girêdayî kêmbûna mieyine û emeliyatan kar nakin û barê karnekirina xwe li kedkarên tenduristiyê bar dikin, da.   Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO), têkildarî nexweşxaneyên taybet en Amedê ku ji aliyê Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar hatibû diyarkirin di rewşeke pêwîst de dê bibin nexweşxaneyên pandemiyê raporeke aşkera kir. Di raporê pirsgirêkên nexweşaxaneyan û pêşniyarên ji bo çareseriyan van pirsgirêkan di raporê de cih girtin.   TESTÊN KEDKARÊN TENDURISTIYÊ NAYÊ KIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku nexweşxaneyên taybet dest bi hilberandina amûrên xwe yên parastina ji vîrûsê û dezenfekteyan kirine û lê têrkerbûna amûr û qabîneyên mînak girtinê de kêmasî hene. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di encama bertekan de hejmara testan li Amedê zêde bûye û ev agahî hatine parvekirin: “Li nexweşxaneyên taybet testên xebatkarên tenduristiyê nayê kirin. Heta testa 13 xebatkaran pozîtîf derketiye. Tedawiya wan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê hatiye destpêkirin.”   JI DESTÛRA SALÊ KIRIN DEYNDAR   DTO’yê di raporê de bal kişand ser pêkanîna destûra bê pere ya hikûmetê û ev tişt got: “Ev pêkanîn dhat xebatkarên tenduristiyê ji holê radike û dixe derveyî xizmetên tenduristiyê. Di vê pêvajoya ku pêwistî biş xebatkarên tenduristiyê heye, nexweşxaneyên taybet xwe dispêrên pêkanîna vê qanûnê û xebatkarê tenduristiyê derdidin destûra bê pere û nîvê mûçeyê wan dibirin. Kedkarên tenduristiyê kirine deyndarê destûra salan e ya sala bê. Barkirina barê nekarkirinê ya nexweşxaneyên taybet a li kedkarên tenduristiyê nayê qebûlkirin.”   DTO’yê piştî nêrîn girtina ji kedkarên tenduristiyê, ji bo pirsgirêkên nexweşxaneyên taybet ev pêşniyar kirin: “* Divê pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê ji aliyê MiduriyetaTenduristiyê ya Bajaran û Wezareta Tenduristiyê ve ji nêz ve bê şopandin û be mudaxalekirin. * Divê ferzkirina bikaranîna destûra salan e, derxistina ji kar û destûra bê pere bê qedexekirin. Heqdestên mehên berê bên razandin. * Divê di pêvajoya pandemiyê de dahata xebatkarên sektora taybet jî weke xebatkarên cemaweriyê bikeve bin ewlehiyê û ji bo ku mûçeyên wan jî weke yên cemaweriyê bibe sererastkirinên qanûnî bên kirin. * Heke bê xwestin divê destûr bi pere ji kedkarên tenduristiyên yê temenê wan di seriya 65’an de ye re be dayîn. * Divê kedkarên tenduristiyê yên cudanî ku li nexweşxaneyên taybet dixebitin karibin destûra bi pere bigirin. * Divê kontrolkirinên xebatkarên tenduristiyê bên zêdekirin û bi awayekî periyodik testên wan bên kirin.”