Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand 2020-04-23 14:27:31   AMED - Li Amedê kuçe, kolan û meydan ji ber qedexeya derketina derve ya 4 rojan veguherî bêdengiyê. Şaredariya Amedê ya qeyûm birêve dibe li navçeya Sûrê ala tirk daliqand.   Di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî de li 30 bajaran û Zonguldakê duh bi şev qedexeya derketina derve ya li dijî vîrûsa koronayê dest pê kiribû. Qedexe wê heta roja yekşemê saet di dozdehê şevê de bi dawî bibe.   Yek ji van bajaran jî Amed e. Li Amedê îro û sibê dikan û market dê vekirîbin. Lig elek deverên nav bajêr ekîbên polîsan ên sivîl û zirxî digerin. Serê sibê xebatkarên tenduristiyê, market, firin, paqijî û çapemeniyê çûn ser karê xwe. Welatiyan di navbera saet 09.00-14.00’an de dan û sitendina xwe li market û dikanan kirin. Li ber qedexeyên din hinek di vê qedexeyê de derve hin bi tevger bû. Ji ber wesayît nexebitin, kuçe, kolan û meydanên bajêr cihê xwe ji bêdengiyê re berda.   Polîsan li welatiyên ne ji bo pêdiviyên xwe derketibûn derve ceza birî.   LI KARGEHAN ALÊN TIRK DALIQANDIN   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, li kargeh û avahiyên girtî yên li navçeya Sûrê sepana daliqandina ala tirk xist meriyetê û alên tirk li hatin daliqandin.   KESÊN BÊMAL   Li Meydana Deriyê Çiyê ya li navçeya Sûrê jî kesên cih û malên wan tune ne jî hatin dîtin û li ser betonê rûniştinê û xwe dirêj kirine û razane.