Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin 2020-04-23 13:42:36   ENQERE – Parlamenterên HDP’ê guhertina demografîk a li Bakurê Sûriyê pêk tê birin rojeva Meclîsê û gotin dixwazin niştewarên kurd ji kurdan xalî bikin.   Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Mahmût Togrûl, Omer Ocalan û Mensûr Işik têkildarî guhertina demografîk a Rojavayê Kurdistanê, bi daxwaza Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay û Wezîrê Karên Navxweyî Sulyeman Soylû bibersivînin pêşniyazpirs pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.   Di pêşniyazpirsa parlamenterên HDP’ê de hat diyarkirin ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyê niha li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên birêvebirin û hatin birêvebirin hevgirtina axa Sûriyê hat binpêkirin.   Di pêşniyazpirsê de hat destnîşankirin ku armanca sereke ya operasyonan ew e ku kurd li Bakurê Sûriyê nebin xwedî statûya siyasî û xwedî nasname û ji bo vê yekê jî dixwazin guhertina demografîk pêk bînin. Parlamenteran di pêşniyazpirsê de diyar kirin ku armanca sereke ya vê guhertinê ew e ku nifûsa kurdan li herêmê kêm bibe. Di pêşniyazpirsê de hat eşkerekirin ku gelek kes bi darê zorê ji bajarên ereban ku di bin kontrola OSO’yê de ye bi ser navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê de veguhestine Serêkaniyê û Girê Spî.     Parlamenteran di pêşniyazpirsê de diyar kir ku polîtîkayên li Efrînê hatin sepandin niha jî dixwazin heman polîtîkayan li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin û bajarên kurdan ji nifûsa wê xalî bikin û ereban li van bajaran bicih bikin. Di pêşniyazpirsê de tiştên hatin gotin Rapora Rojhilat a di 1930’an de hat amadekirin û sepandin niha jî dixwazin li Sûriyê pêk bînin tîne bîra mirov.   Parlamenteran di pêşniyazpirsê de derbarê mijara guhertina demografiyê de pirs ji Fûat Oktay û Suleyman Soylu kirin û xwestin demildest pirs werin bersivandin.