Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor” 2020-04-23 12:15:13   ÎZMÎR – Baroya Îzmîrê, diyar kir ku mafê jiyanê yê zarokan hê bilindtir û hêviya raya giştî ew e ku demildest polîtîkayên parastineke bi bandortir bên pêşxistin.   Baroya Îzmîrê, têkildarî 23’ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser rewşa ku ji ber vîrûsa koronayê zarok têde ne. Baroya, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê zarok di aliyê perwerde, xurek û ewlehiyê de di bin xetereke mezin de ne û wiha got: “Ji ber vê yekê divê şertê feydeya zarokan di karên îdarî û biryarên darazê de li ber çavan bê girtin. Ji bo qada mafê zaroka ev girîng e.”   HÊVIYA ZAROKAN   Baroya, di daxuyaniya xwe cih da bandora sererastkirina înfazê ya ji bo zarokan destnîşan kir ku sûcdarekî tundiyê ku bi sererastkirina înfazê hatiye berdan, bûye sedema jiyana zarokekê. Baroyê, da zanîn ku nexweşxaneyên ku bûne nexweşxaneyên pandemiyê bersiv nadin pêwistiyên zarokan û got ku hêviya zarokan û raya giştî ew e ku demildest polîtîkayên parastineke bi bandortir bên pêşxistin.