Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin 2020-04-23 10:57:39   WAN - OHD û Baroya Wanê li ser rewşa girtîgehên li Wanê lêkolîn kirin û rapor amade kirin. OHD û Baroyê di raporê de diyar kir ku ji ber girtîgeh pir zêde tijî ye û ne paqij e, dîsa mafê wan ê parastina li dijî vîrûsê tê astengkirin, mafê wan ê jiyanê di bin rîskek mezin de ye.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, ji ber vîrûsa corona li ser rewşa girtîgehên li Wanê raporek amade kirin. Heyeta OHD û Baroyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgehên Tîpa F û T yên Wanê lêkolîn kirin û encamên ziyaret, serlêdan û daneyên cuda kirin rapor. OHD û Baroyê di raporê de diyar kirin ku wan bi girtiyan re hevdîtin kiriye û li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Wanê 4 girtî rastî lêdana gardiyanan hatine. Girtî Harun Simin ê rasti lêdanê hatiye, hêj şopê lêdanê ji ser rûyê wî neçûye.    OHD û Baroya Wanê di raporê de cih da van çavdêrî û binpêkirinên mafan:    Li girtîgehan ji ber vîrûsa corona tedbîrên hatine girtin pir kêm in. Qawîş pir tije ne. Dîsa şert û mercê paqijiyê tune ye. Malzemeyên parastinê kêm in. Derfetên ku girtî bigêje mafê tedawiyê tune ye. Mafê jiyanê yê girtiyan di bin rîskek mezin de ye. Bi taybetî lepik û maske û malzemeyên desenfektanê bi pereyan difiroşin girtiyan. Li gelek girtiyan bi buhayekî zêde difiroşin girtiyan. Karê dezenfekteyê ya qawîşan divê bê navber û berfirehî bê kirin. Lê ev yek nayê kirin. Girtiyên diçin bi telefonê diaxivin bêyî mesafeya fîzîkî baldar bin, li ser girtiyan lêgerînê dikin. Ev yek rîskê girtiyan ê jiyanê binpê dike. Divê zagonên Destûra Bingehîn ê mafê jiyanê li ber çavan bê girtin û li girtîgehan tedbîrên li dijî rîska vîrûsê bêne zêdekirin. Divê girtiyên nexweş, zarok û temenê wan mezin serbest bêne berhdan. Divê zagona înfazê ya wekhev, adîl û qihûqê pêk bê. Dîsa divê mafê girtiyan ê tenduristî û jiyanê bê parastin.  Em diyar dikin ku em ê şopdarê mefên girtiyan ên hiqûqî, zagonî yên li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî bin.    OHD û Boryê bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha li raporê zêde kir:      * Divê karê dezenfekte yê qawîşan ku hefteyê carekê tê kirin bi rêk û pêk û berfirehî bê kirin.    * Divê lepik, maske û malzemeyên paqijiyê bidin wan. Yên tu tên firotin jî buhayê wan kêm bikin. Lê ev daxwaa wan pêk nayê.    * Mafê wan ê civakî tê binpêkirin. Hefteyên 2 caran tenê carê 10 deqîqeyan dikarin bi axivin. Lê li hin girtîgehan bi carekê mafê 20 dk didin girtiyan.   * Divê heqê ceyranê ji wan nexwazin û pêdiviyên wan ên zexîre tam bidin wan. Lê ev mafê wan nayê dayîn.    * Divê ji bo zarok û girtiyên nexweş û temen mezin tedbîr bêne girtin. Lê tedbîr nayên girtin.    * Divê alav û pirtûkên ji derve tê bidin wan. Lê nadiun wan.    * Divê mafê wan ê tenduristiyê bê parastin. Lê mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin.    * Hêjmartina girtiyan a rûtîn didome. Divê ev bê rawestandin.    * Ziyareta parêzeran li gorî usûla ziyaretên girtî tê kirin.    Dema girtî derdikvin telefona hefteyî mafê wan ê maske û lepikan tê binpêkirin.