Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye 2020-04-23 10:21:50   STENBOL – Rojnameger-nivîskar Rober Koptaş, diyar kir ku Qirkirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye û got ku nasîna qirkirinê ji ermenan bêtir dê kêrî tirkan bê.   Îro 100’emîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê ye. Di asasên damezrandina Komara Tirkiyeyê de ji salên dawîn ên Osmaniyan ve li dijî gelên ku li Mezopotamya û Anatoliyayê jiyane qirkirin û komkujî pêk hatine. Di bin nasnameya “tirk” de ku yek ji gelê ku netewe dewletê ew hedef hatiye girtiye gelê ermen e. Di dema Împaratoriya Osmaniyan de di pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cîhanê de pêşengên ermenan di 24’ê Nîsana 1915’an de bi fermana Wezîrê Karê Hundir ê Demê Talat Paşa ve ji Stenbolê hatin girtin, kuştin û sirgûnkirin. Bi sed hezaran ermene ji cih û warên xwe hatin kirin û malên wan hatin desteserkirin. Li gorî hin çavkaniyan; ji ermeniyên ku hatine sirgûnkirin di navbera 800 hezar û milyon û 800 hezarî de ji wan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê 24’ê Nîsanê weke “Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan” tê qebûlkirin. Di ser van serpêhatiyên ermeniyan de 105 sal derbas bûn. Li gel ewqas derbasbûna demê jî êşa van serpêhatiyan hê jî di dilê gelê ermen de teze ye.   WELATÊN KU QIRKIRINÊ QEBÛL KIRINE   Sala borî 13 welatan van serpêhatiyan weke “Qirkirin” qebûl kirin. Van welatan wiha ne; Almanya, Arjantîn, Avûstûrya, Belçîka, Bolîvya, Brezîlya, Bûlgaristan, Kanada, Şîlî, Rêveberiya Qibrisa Rûm, Çekya, Ermenistan, Fransa, Yewnenistan, Îtalya, Lîbya, Lîtvanya, Lubnan, Luksembûrg, Hollanda, Paragûay, Polonya, Portekîz, Rûsya, Slovakya, Swêd, Swîsre, Sûriye, Vatîkan, Venezûela, Ûrûgûay. Li Amerîkayê jî piştî Meclisa Nûneran Senatoyê jî pêşnûmeya “Qirkirina Ermeniyan” qebûl kir. Dîsa ji 50 parêzgehan 49 parêzgehan serpêhatiyen ermeniyan weke “Qirkirin” qebûl kir. Li gel van pênasekirinan jî hêviya ermeniyan ew e ku Tirkiye bi raboriya xwe re rûber bibe.   WATEYA 24’Ê NÎSANÊ   Rojnameger-nivîskarê ermen Rober Koptaş, di salvegera 105’emîn a qirkirinê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. Nivîskar Koptaş, diyar kir ku 24’ê Nîsanê ji bo ermeniyan tê wateya bîranîna windayên bêguneh û wiha got: “Êşa ji holê rakirina beşa civaka ermen a ku teşe dida jiyana çandî gelek giran û bi bandor bû. Ev rewş hemû nifşên li dû xwe kir bin bandora xwe. Ji bo rêzgirtina vê beşa civakê 24’ê Nîsanê weke mîlad (zayîn) tê qebûlkirin.”   ÎNKARKIRIN HETA NEÇARIYÊ YE   Koptaş, têkildarî nîqaşên li ser qirkirina ermenan ku bi salan e didome jî destnîşan kir ku kesên ku qirkirinê înkar dikin naxwazên ku nîqaşan bimeşînin, derdê wan tenê berovajîkirina reastiyan û berdewamkirina modela dewletê ya ku jê bawer dikin e û ev tişt anî ziman: “Tişta ku navê nîqaşê lê dikin înkar e. Ev, sûcê damezrandinê yê Tirkiyeyê ye. Dewleteke ku hebûna xwe li ser înkarkirina gelê ermen domandibe, heta neçar nebe dê înkara xwe bidomîne.”   DEMOKRATBÛNA TIRKIYEYÊ GÊRIDAYÎ QEBÛLKIRINÊ YE   Di berdewama nirxandinên xwe de Koptaş, bal kişand ser qebûlnekirina Tirkiyeyê ya qirkirinê û têkildarî mijarê ev tişt got: “Dibe ku Tirkiye qet jî bi vê dîroka xwe re rûber nebe lê divê ev em têkoşîna vê yekê bidin. Heke ev têkoşîn bê xurtkirin dê her tişt biguhere û em ê qala welatekî din bikin. Ev welat jî heta ku qirkirine ermenan qebûl neke, nayê damezrandin. Ev tenê ne têkoşîneke têkildarî ermenan e. Ev têkoşîna demokratbûna Tirkiyeyê ye. Lê Tirkiye, heta tiştên ku di sala 1915’an de bûne qebûl neke, demokrat nabe.”   ERMEN DITIRSIN   Koptaş, da zanîn ku qebûlkirina qirkirinê ji ermenan bêtir kêrî tirkan bê û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Ermen xwe bi ewle hîs nakin. Ermen li Tirkiyeyê ditirsin û ji ber vê yekê nûnerên saziyên ermenan li gorî daxwazên dewletê tevdigerin û daxuyaniyan didin. Heke îro Tirkiye azadtir bûne beşik û guman gelek kesan nasnameya xwe ermentiyê aşkera bikira.   MA / Erdogan Alayûmat