Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn 2020-04-23 10:20:40   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Mensûr Işik da zanîn ku ji ber gotina “Muxalefeta çekdar a kurd” cezayê birîna mûçe dane û got: “Di 100’emîn saliya Meclîsê de vê sepana hatiye kirin înkara ruhê Meclîsê û felsefeya wê ye.”   Ji ber ku Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik di axaftinek xwe ya li Meclîsê de gotiye “Muxalefeta çekdar a kurd” bi vê hêncetê di çarçoveya xala 163’yemîn a di Rêziknameya Meclîsê de cih digire ji mueçeyê Işik pere hat birîn. Ji bo serdema di navbera Nîsan û Tîrmeha 2020’an de 16 hezar û 65 TL ceza li Işik hat birîn. Her wiha ji ber vê axaftina wî ku ceza lê hat birîn dê nikaribe beşdarî rûniştinek li Meclîsê jî bibe.   ‘EV PÊKANÎN ÎNKARA FELSEFEYA DAMEZRÎNER E’   Parlamenter Mensûr Işik têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Di 100’emîn salvegera damezrandina Meclîsê de cezayek wiha nayê qebûlkirin. Bi vî cezayî re înkara ruhê Meclîsa Damezrîner û felsefeya wê ye. 100 sal berê kurdan bi nasname û nûnertiya xwe li Meclîsê cih digir. Ev yek jî li dijî îradeya kurdan e. Heta îro cara ewil di sala 2018’an ewil vî cezayê pere û beşdariya rûniştina Meclîsê li birêz Osman Baydemîr hat birîn. Ê duyemîn ku ev ceza lê hat birîn ez im. Meclîs îro bi nêzîkatiya xwe ya li hember kurdan ji ruhê felsefeya damezrîner dûr bûye. Bi van cezayên dibirin karê wê ne li Meclîsê heye û ne jî kara wê li demokrasiya welat heye. Niha sepanên antî demorkatîk ku tên kirin nokteya faşîzmê ku gihîştiyê nîşan dide.”   ‘EM Ê PAŞ VE GAV NEAVÊJIN’   Işik da zanîn ku li Meclîsê bikaranîna peyvek kurdî jî qedexe ye û got: “Berê wek zimanê nayê zanîn di girtekan de dihat nasîn. Niha jî wek zimanê ‘x’ di girtekan de tê nivîsîn. Qey mirov dibêje zimanek wisa qet nîne û nayê axivîn. Em ê li dijî van pêkanîn û cezayan gavên xwe paş de neavêjin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”   MA / Bêrîvan Altan