Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in 2020-04-23 09:02:49   WAN - Kuçe û kolanên Wanê di nav maske û lepikên hatine bikaranîn de mane. Bijîşk Huseyîn Yavîç bal kişand ser bandora bermayiyan a li ser tenduristiya mirovan û Ekolojîst Alî Kalçik jî hişyar kir ku bermayî vegirine cidî yên vîrûsê ne.    Li Wanê kuçe û kolan di nav maske û lepikên ji bo parastina li dijî vîrûsa coronayê de hatine bikaranîn mane. Bijîşk Huseyîn Yavîç badora bermayiyan a li ser tenduristiyê û Ekolojîst Alî Kalçik jî destnîşan kir ku bermayî vegirine cidî yên vîrûsê ne.    Bijîşk Yavîç, diyar kir ku di dema vîrûsa coronayê de bi awayekî sterîl bikaranîna maske û lepikan zêde bûye û got, maske lepikên tên bikaranîn divê mirov wan bavêje çopên bermayiyên tibî. Yavîç, anî ziman ku vîrûs li ser bermayiyan 3-4 saetan dimînin û got: "Bi taybetî jî lepik. Mirov bi van lepikand destê didin gelek deveran û tiştan. Lepikên tên avêtin vegir in. Maske jî wisa ne. Yanî tiştekî pir xetere ye. Divê mirov maske û lepikan bi kar bîne, lê piştî mîhadê wan qediya divê bi awayekî cidî wan berteref bike."    BERMAYIYÊN TIBÎ Û MALÎ   Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik jî diyar kir ku bermayiyên tibî divê bi awayekî cidî bên berterefkirin û ji bo vê îşaret bi berprisiyariya saziyên fermî û rêveberiyên herêmî kir. Her wiha Kalçik, bal kişand ser dezenfektana li kuçe û kolanan tê kirin jî û got: "Bermay du celeb in. Bermayiyên malî û bermayiyên tibî. A rast van bermayiyan dibin depoyên jihevveqetandinê û li wir ji hev tên veqetnadin. Bermayiyên tibî jî divê li depoyên jiheveqetandinê bên îmhakirin. Em behsa vîrûseke ku cîhanê daye ber xwe dikin. Divê bermayiyên plastîk ên tibî, bên berterefkirin. Ev yek di rêziknameya bermayiyên tibî d eheye. Saziyên fermî û rêveberiyên herêmî hay ji vê hene, mirovan serwext nakin ku dê çawa bên bikaranîn. Ev meseleyeke cidî ue. Bermayiyên tibî yên madeyên pençeşêrî û vîrûsê di xwe d dihewînin divê ji hev bên veqetnadin. Ev berprisiyariyeke pir cidî ye. Her wiha dezenfektekirina kolanan jî tê wateya kuştina kêzik mêzikan. Ev jî texrîbateke pir cidî ye. Divê dermanên dezenfektanê bi zanebûnî bên bikaranîn. Sedema şewbên çêdibin texrîbkirina xwezayê ye, ya ji aliyê mirovan. Ev rewşeke hesas e."    'EZ WAN HIŞYAR DIKIM'   Welatiyê bi navê Mûhammet Saltik jî anî ziman ku maske û lepikên tên avêtin tenê zirarê nadin xwezayê, didin tevahiya xwezayê û bal kişand ser xebatên hayjêhebûnê û bi van xebatan pêşîlêgirtina texrîbatkirinê.    Fatîh Dûral jî anî ziman ku ew maske û lepikên xwe davêje çopê û got, gava dibîne kesek davêje erdê wan hişyar dike. Dûral, got: "Gava biçim market an jî çarşiyê maskeyan bi kar tînim. Paşê ez maskeyên xwe dixim kîsikekî û davêjim çopê. Dev ji maske û lepikan berde, divê mirov tiştekî jî navêjin erdê. Bi taybetî jî di vê dema şewbê de divê mirov pir hesas bin. Gava ez bibînim mirov davêjin erdê ez wan hişyar dikim."    MA / Bariş Donmez