Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin 2020-04-23 09:01:47   ERZIROM - Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, got: "Navçe di nav çopê de maye. Qeyûm, gel bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hiştiye."    Hevşaredarê Şaredariya Qereyazi ya Erziromê Bûrhanettîn Şahîn ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, anî ziman ku li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) tevdîr nayên girtin.    Qeymeqamê Navçeyê Abdulganî Mag ku tayinî şaredariyê hat kirin, çawa hat ser şaredariyê ewilî kesên di dema qeyûmê berê de bi awayekî nelirê li şaredariyê hatibûn bicihkirin û piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an ji kar hatibûn derxistin dîsa ew girtin kar.    QEYÛM EYNÊ QEYÛM E    Şahîn, anî ziman ku qeyûm ji bo gelê navçeyê tştekî berbiçav nekiriye û got, şaredarî ji dêvla ku kuçe û kolanan dezenfekte bike radibe tenê li saziyên dewletê dike. Şahîn, got: "Çawa qeyûmê berê dîwarên emniyetê, cendirmeyan û edliyeyê çêkirin û heqê mazota wan ji qasa şaredariyê didan, qeyûmê niha jî ji dêvla ku kuçe û kolanan û marketan dezenfekte bike, tenê avahiya emniyetê, hundirê bankeyan dezenfekte dike."    Şahîn, anî ziman ku navçe di nav çopê de maye û got: "Heya niha ji bo gel tu deenfektekirin nehatiye kirin, maske û lepik nehatine belavkirin. Li navçeyê tu kargeh nehatiye dezenfektekirin. Navçe di nav çopê de maye. Wesayîtên şaredariyê ji xeracê dernakevin. Çimkî xizmeta gel nakin. Qeyûm gel bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hiştiye. Tu pêdiviyên gel nayên peydakirin. Perê gel ji bo hin kesên din kirine qada rantê."