Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in 2020-04-23 09:00:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Karên Derve ya Kampa Mexmûrê Neda Mûhemed Ahmed, diyar kir ku êrîşên TSK'ê yên li ser kampê û ambargoya li ser kampa ku 9 meh in didome girêdayî hev in û got: "Gava Tirkiye di siyasetê de dixitime êrîşî Kampa Mexmûrê dike."    Kampa Mexmûrê ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe ji 17 Tîrmeha 2019'an ve ambargo daniye ser, hefteya borî di 15'ê Nîsanê de Hêzên çekdar ên Tirk (TSK) careke din ji hewayê vê êrîşî wê kir. Ji ber bombebaran TSK'ê 3 jinên ku heywanên xwe diçêrandin jiyana xwe ji dest dabûn.    Endama Komîteya Karên Derve ya Kampa Mexmûrê Neda Mûhemed Ahmed, anî ziman ku li kampa ku 12 hezar mirov lê dijîn û bi xeteraya şewba Covîd-19'yê re rû bi rû ye, êrîşên tên kirin û ambargoya li ser kampê girêdayî hev in.    ARMANC ŞIKANDINA VÎNA GEL E   Ahmed, ji bo êrîşa TSK'ê got: "Berdewamiya polîtîkaya înka rû îmhayê ya li dijî gelê kurd e. Tirkiye, vîna gelê kurd nas nake û siyaseteke tunekirinê didomîne." Ahmed, bibîr xist ku piştî di salên 90'î de gund hatin şewitandin gel koç kiriye û hatiye li kampê bi cih bûye û got: "Dewleta tirk tu rê û rêbaz nemane ku li dijî gelê kurd bi kar neaniye. Ji bo vîna gelê kurd bişikîne hemû sazî û dezgehên xwe xistiye dewrê. Tenê armancek wan heye, ew jî tunekirina vşna gelê kurd e. Gava dewleta tirk di warê siyasî de dixitime, êrîşên bi vî rengî pêk tîne. Dixwaze bi van êrîşên xwe yên hovane vîna gelê kurd bişikîne. Êrîşên niha li ser kampa me tên kirin perçeyeke siyaseta tunekirina û îmhayê ye."    AMBARGO Û ÊRÎŞ   Ahmed, anî ziman ku Mexmûr ji hêla xwe ya jeostartejîk ve cihekî girîng e û got: "Çimkî li cihekî navendî ye. Pêwendiya wê bi Mûsil, Hewlêr û herêmên din re heye. Ji bo DAIŞ û PDK'ê jî ji hêla stratejîk ve girîng bû. Loma ev der hedefa êrîşan e. Ev bû cara çaran e ku Tirkiye êrîşî kampê dike. Ji bo he rêrîşê hincetine neheq û bêhiqûqî berpêş dike."    Ahmed, anî ziman ku êrîşa dawî di dema ambargoya ku 9 meh in didome de pêk hatiye û got, bi vê ambargoyê re pêwendiya kampê bi her derî re hatiye qutkirin.7   Ahmed, got: "Ev ambargo bi xwe re zor û zehmetî anîne. Em li bendê bûn ev ambargo bidawî bibe, lê bi ser de rabûn êrîş kirin. Di vê êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû. Ji bo em welatiya xwe ya birîndar bibin nexweşxaneyê me telefonî rayedarên hikûmeta herêmî kir. Lê belê bersiv nedan. Ji ber vê ew welatiya me jî jiyana xw eji dest da. Êrîşên li ser kampê tên kirin û ambargoya li se rkampê bi hev ve girêdayîne."    GAZÎ HIKÛMETA IRAQÊ KIR    Ahmed, anî ziman ku Kampa Mexmûrê ji hêla îdarî û cografî ve girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ye û got, pêkanîna ewlehiyê karê hikûmeta navendî ye. Ahmed, diyar kir ku hikûmetê ji bo êrîşa dawî tenê daxuyaniyek daye û got: "heya niha 4 êrîş pêk hatine. Di êrîşa dawî de hindik be jî hikûmetê hinekî bertek nîşan da. Lê belê ev yek têr nake. Divê Wezîrê Karên Derve bi awayekî tund û aşkere bertekê nîşan bide. Divê Dewleta Iraqê li dijî êrîşan xwedî helwesteke zelal be. Em vê yekê hem ji hêzên navneteweyî hem jî ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê dixwazin."    Ahmed, bilêv kir ku nêzî 2 meh berê têkildarî mijarê hevdîtin bi hikûmeta herêmî re pêk anîne û got: "Lê belê heya niha rêveberiya herêmî der barê ambargoyê de bi awayekî fermî ne sebeba ambargoyê ne jî armanca wê daxuyandiye. Em pêwendiyê bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re datînin. Heya niha bi awayekî tu gavên berbiçav nehatine avêtin."    MA / Omer Akin