Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê 2020-04-22 16:28:55 STENBOL - Malbat û Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza biçin Îmraliyê Ocalan û girtiyên din ziyaret bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi tena serê xwe di yek hucreyê de girtîye. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, bi boneya di 27-30'ê Nîsanêde biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahim Bîlmez û Serbay Koklu jî bi boneya di 27-30 Nîsanê de biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    BERSÎV TUNE   Ji parêzeren Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica herî dawî piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'e hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Parezer ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha ji bo biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li dozgeriyê didin. Lê hemû serlêdanê wan bê bersîv tê hiştin.    MALBATÊN DIN JÎ SERLÊDAN KIRIN   Birayê girtî Omer Hayri Konar Alî Konar, birayê girtî Hamili Yildirim Polat Yildirim û xwişka girtî Veysi Aktaş Melihe Çetin jî bi daxwaza biçin Îmraliyê û xizmên xwe yên girtî bibînin, bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Malbatan dîsa xwestin mafê girtiyan ê hevdîtina telefonan jî bê dayîn.     Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, di 15'ê Adara 2015'an heta niha, tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an bi malbaten xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê 15'ê tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatê re hevdîtin kiriye.    Piştî li Grava Îmraliyê şewat derket, li ser bertek û nerazibûnan malbatên girtiyan di 2'ê Adarê de çûn Îmraliyê. Xizmên Hamili Yıldırım nekaribûn biçin Îmraliyê û hevdîtin nekiribûn.