HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e 2020-04-22 12:52:22   ENQERE - HDP'ê bi minasebeta 22'ê Nîsanê 122’emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî daxuyanî da û got: “Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwitiyek bi rûmet e."    Berpirsiyarê Komisyona Propaganda û Weşanê û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Tayyip Temel, bi minasebeta 22'ê Nîsanê 122’emîn salvegera Rojnameya Kurdî daxuyanî da. Temel, bi ser navê “Roja Rojnamegeriya Kurdî Pîroz be" daxuyanî da û wiha got: "122 sal berê li Qahîreya paytexta Misrê, ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve yekem car rojnameyeke bi navê Kurdistanê hat derxistin. Rojname 15 rojan carekê dihat çapkirin û bi tevahî 31 hejmarên wê hatin derxistin. Her çend Rojnameya Kurdistanê ji ber zext û fişaran li diyasporayê hatibe derxistin jî, tîrêjên wê her tim Kurdistan geş kiriye û îro riya hezaran Rojnamevan û rewşenbîrên Kurd ronî kiriye. Ji ber vê taybetmendiya wê ya dîrokî, ew roj ji sala 1973’an heta niha wek Roja Rojnamevanên Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin."    DÎROKA ÇAPEMENIYA KURD DÎROKA XWEDÎ DERKETINA ZIMAN E    Temel, destnişan kir ku dîroka çapemeniyê Kurdî, dîroka xwedîderketina zimanê dayikê, nasname û welat e û wiha lê zêde kir: "Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din, dîroka rewşenbiriya Kurdî û serencama berxwedaneke domdar e, ku xwe li ber bayê her cure zext û zordestiyê wergirtiye û di riya şopandina heqîqetê û ronahiyê de hêjayî pesn û payeyên qedirbilind e. Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û rojnamageriyê kir, lê di ser re ewqas sal derbas bin jî, çalakiyên rewşenbîrî û Rojnamevaniya Kurdî her tim rastî zilm, zor, qedexe û fişarên giran hat. Di tarîtiya salên 90’an de ji ber ku pabendên heqîqetê û dilsozên rastiya gelê xwe bûn, gelek Rojnamevanên Kurd hatin qetilkirin, revandin û di zindanan de hatin cezakirin, lê baweriya wan bi tu awayî nehate şikandin. Ev berxwedan, şanaziya Rojnamevanên Kurd, rûreşiya rejîmên faşîst e ku li rûpelên dîrokê hatiye nexşandin."    Temel, herî dawî anî ziman ku ji 1898’an heta tarîtiya salên 90’an, ji salên 90’an heta 2020’an, çalakiyên Rojnamevaniya Kurdî tu sînorên barbariyê û bariyerên faşîzmê nas nekiriye û wiha got: "Her çend piştî derbeya 15’ê Tîrmehê hemû rojname, ajans, kovar, çapxane û kanalên TV’yê hatibin girtin û gelek Rojnamevanên Kurd di zindanan de hatibin cezakirin jî, îro ew alaya Mîqdat Mîdhed Bedirxan û Mûsa Anteran li erdê neketiye û şopa heqîqetê bi serbilindî didome. Rojnamevanên Kurd ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemînin îro jî, li ber xwe didin, lewre tên girtin, cezakirin û rastî zext û fişaran tên."