MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye 2020-04-22 12:31:57 AMED - MED TUHAD-FED'ê li dijî polîtikayên tunekirin, qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî yên li ser gelê Kurd tên meşandin daxuyanî da û got: "Hêzen serdest ji bo qirkirina gelê Kurd a çandî û fizîkî ji polîtîkayên xwe kirêt û qirker bênavber didomînin. Daxwaza gelê me yekîtî û hevgirtin e. Pêdiviya gelê me ya herî bingehîn avakirina Yekitiya Neteweyî ye."    Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED), têkildari êrîş û polîtîkayên qirkirin û tunekirina siyasî, çandî û fîzikî  ya li ser gelê Kurd tê meşandin, daxuyani da. MED TUHAD-FED'ê diyar kir ku di van rojên ku tevahî dinya û mirovahî ji li hemberî virusa bi navê qorona di têkoşînê de ye de, hêzen serdest ji bo qirkirina gelê Kurd a çandî û fizîkî ji polîtîkayên xwe kirêt û qirker bênavber didomînin û wiha got: "Bê çawa tehmûla wan ji ti destkeftiyeke Kurd a hema li dereke cîhanê tune, di van rojên vîrusê yên zor û dijwar de jî domandin û kûrkirina polîtîkayên dijber Kurd tê xwestin. Dîsa Netew Dewletan di navbera gelê Kurdistan de sînorên çêkirî ava kirine, bi vê yekê jî qutkirina têkiliya di navbera gelê me de hatiye xwestin û armanckirin. "    'PÊDIVÎ Û DAXWAZ YEKÎTİYA NETEWEYÎ YE'    Federasyonê, destnîşan kir ku hêzên serdest bi sedan sal gelê Kurd şandiye surgun û mişaxtiyê, di îşkenceyên giran ên hovane re derbas kiriye û avêtiye zîndanan, bi komkujî û êrîşên dijwar re rû bi rû hiştiye û wiha lê zêde kir: "Di van rojên ku em êş û jana komkujiya Halepçe ji kûr jiyan dikin de, li Başurê Kurdistan pêketinên neyînî yên ku şayîşek cidî di me de dide avakirin tê jiyîn. Em hemû jî gelekî baş dizanin ku hêzêzn serdest bêyî ku cudahiyekê bi bixin navbera partiyan, hemû hemû destkeftiyên Kurd û bi awayekî giştî hebûna Kurd wek xeteriyek mezin dibînin. Ji ber vê sedemê ye ku bi salan e bi polîtikayên paçe bike û bi rê ve bibe tevgeriyan. Sekna siyasî ya parçe kirî û polîtikayên neyekpare ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd in. Daxwaza gelê me û hogirên gelê me yekîtî û hevgirtin e; ne pevçuna navxweyî ye. Pêdivî û daxwaza gelê me ya herî bingehîn û sereke, pêkanîna Yekîtiya Neteweyi ye."    'BI ERKA NETEWEYÎ TEV BIGERIN'   MED TUHAD-FED'ê herî dawî ji partî rêxistin û nûnerên partiyên Kurdan xwest bi erka yekîtiya neteweyî tev bigerin û wiha bang kir: "Li ser vê bingehê, em wek federasyona komeleyên malbatên girtî û cezaxwaran ên Med, dixwazin ku partiyên me yên siyasî, saziyên me yên sivîl, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên me bi erka netewî rabin û berpirsyarî bigirin ser xwe. Dîsa tevgerîna raya Kurd a giştî û çapameniya Kurd a biperpirsyariya yekîtiya Kurd a netewî, dê me kêfxweş bike. Xwestek û daxwaza gelê me, ne Şerê Birakjiyê, lêgerînên yekîtiya Kurd a netewî ye. Em ji hemû aliyên Kurd dixwazin ku bi hişmendiya ku hestyarî û hesasiyeta gelê me raçav nake tevbigerin. Hêviya me ji hemû partî û tevgerên Kurd ên siyasî ew e ku polîyîkayên li gorî berjewendiyên gelê me bişopînin û di nav lêgerîna çareseriya pirsgirêkan a bi rê û rêbazên diyalogê de bin. Banga me di serî de ji bo Parlemento û hikumeta Başurê Kurdistan, ji bo hemû partî, sazî û dezgehên Kurdistanî ye. Rojekê ji roja din û hêj nebûyî dereng bila lêgerîna çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên diyalogê were bipêşxistin û ji bo YEKÎTIYA NETEWî gavên pêwîst werin avêtin!"