Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma 2020-04-22 12:26:51   ENQERE – Hîndekara wezîfedar a ODTU’yê Ayşegul Aksoy ji ber şewba koronayê li Fînlandiyayê asê ma û rektoriyê vê demê wek destûra salane jê re nivîsand.   Hîndekar wezîfedar a Beşa Perwerdehiya Bedenê û Werzîşê ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) Ayşegul Aksoy ji bo dersê bide di 12’ê adarê de çû paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê. Aksoy ji ber vîrûsa koronayê nikaribû vegere Tirkiyê û li wî welatî asê ma. Aksoy agahî da ajansa me û got dema ew çûye wî welatî tevdîrên li dijî şewbê hem li Fînlandiya û hem jî li Tirkiyê nehatibûn girtin. Aksoy got biryara mayîna li wî welatî di 16’ê nîsanê de jê re hatiye teblîxkirin û ew nikare bizivire. Aksoy got ji bo hatinê di dîrokên cuda de 3 bilêtên veqetandibû jî hatine betalkirin. Aksoy da zanîn ku Rektoriya ODTU’yê bersiva ku mayîna wê ya li wî welatî wek “destûra salane” nivîsandiye û ew dixwaze vegere Tirkiyê.   MA / Zemo Aggoz