Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin 2020-04-22 10:25:02   WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, derbarê rawestandina weşanên kurdî, zextên li ser çapemeniya kurdî, binpêkirinên mafan ên tên jiyîn û tespîtkirina pirsgirêkan pêşniyaznameya lêkolînê da Meclîsê.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Mûrat Sarisaç, têkildarî rawestandina weşanên kurdî, zextên li ser çapemeniya kurdî, bin pêkirinên mafan ên tên jiyîn û tespîtkirina pirsgirêkan pêşniyaznameya lêkolînê da Meclîsê.   Sarisaç di pêşniyaznameya da de wiha got: “Di salên dawî de zextên mezin li çapemeniya kurd tên kirin. Xebatên çapemeniya kurdî dibin tundiyek mezin deye. Xebatkarên çapemeniyê di dema şopandina nûçeyan de rastî tundî û heqaretan tên. Ji ber nûçeyên çêdikin derbarê wan de lêpirsîn tên vekirin. Di heman demê de tên binçavkirin û girtin. Êdî ev bûye rewşek ji rêzê. Piştî darbeya 20’ê Tîrmeha 2016’an bi îlankirina OHAL’ê re rojname, kovar, ajansên nûçeyan, qenalên televîzyonan û çapxaneyên weşangeriya kurdî û tirkî dikirin hatin girtin. Gelek rojnameger û belavkar hatin girtin.    Di çarçoveya OHAL’ê de di 29’ê Cotmeha 2019’an de, bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê (KHK) rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê, Ajansa Nûçeyan a Dîcle (Dîha) û Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) hatin girtin. Di pêvajoya OHAL’ê de ne tenê çapemeniya Kurd, hemû çapemeniya muxalîf rastî zextên giran hatin.  Ji bo rawestandina weşanên kurdî, zextên li ser çapemeniya kurdî, bin pêkirinên mafan ên tên jiyîn û tespîtkirina pirsgirêkan em dixwazin Meclîs lêkolîn bike.”