Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin 2020-04-22 10:15:02 QERS - Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen anî ziman ku rêbazên wekî rant, nelirêtî û îltimasî tên ferzkirin û got: "Ji wan tirê em ê bi van rêbazan paş ve gav bavêjin, xiyalan ji xwe re çêdikin." Ev demeke hevşaredarên Şaredariya Qersê, cîgirên şaredaran, endamên meclîsa şaredariyê ji hêla hin kes û komên li bajêr hedef tên nîşandan. Hevşaredar heya malê tên şopandin, peyamên gefxwarinê ji wan re tên şandin. Her wiha bi ser de zarokên hevşaredaran jî hedef tên girtin. Lê belê çendî ku ev kes hatine gilîkirin jî hê jî tiştek nehatiye kirin. Herî dawî sê kesên avêtin ser avahiya şaredariyê û deriyên ofîsa şaredariy şikandin piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.   Hevşaredar Ayhan Bîlgen, bal kişand ser rewşa van kesên bi salan e bi gefxwarinê rantê bi dest dixin û got, ev kom dixwazin rêbazên xwe yên berê yên beriya hilbijaartinê bidomînin. Bîlge, anî ziman ku kesên ji bo karê nekirine doza pereyan dikin gava pêşiya vê yekê hat girtin, vê carê rabûne organîzasyonek çêkirine û dest bi reşkirinê dikin.   NÊZÎ 150 KES IN   Her wiha di demên dawî de ev kes li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî bang dikin ku ew "qeyûm dixwazin" û her wiha di parvekirinên van koman de parvekirinên "Welat", "Ala" balê dikişînin.   Hevşaredar Bîlgen, anî ziman ku li bajêr nêzî 150 çete hene ku bi vê rêyê rantê û pereyan bi dest dixin û got: "Yanî li bajarekî nifûsa wê 80 hezar e, 150 çete û rêxistinên biçûk lê hene. Ev tê çi wateyê? Çima li ser van kesan çek heye. Mirovan ditirsînin û rantê bi dest dixin. Divê ev pirs bên bersivandin."   PAŞPERDEYA SENARYOYÊ   Bîlgen, bal kişand ser têkiliya di navbera rêveberiyên berê û van komên navbirî de û got: "ev rizandin, ev dejenerebûn dike ku ev kes wisa tev bigerin. Nîşan didin ku ev kes tiryakkêş in loma wis atev digerin. Yanî wekî tiştekî asayî me nîşan didin. Mesela ji ber ku heqaretê li me dikin em giliyê wan dikin, lê wekî wan em gilî kiribin girtekên îfadeyê tên parvekirin, tiştekî pir ecêb e. Li ser medyaya civakiyî hin hesab hatine vekirin, kes wan naşopîne. Lê radibin îfadeyên vî kesî yên berê parve dikin. Qaşo me ji bo daxwazên wan rêya çiyê nîşanî wan daye tev digerin. Vê yekê di çapemeniyê de didin der û ji bo tayinkirina qeyûm kampanyayan didin destpêkirin. Senrayo pir hêsan e. A girîng ew e ku paşperdeya vê yekê xwe dispêre çi."   Bîlgen, destnîşan kir ku ji ber li bajêr şaredarîvaniyeke civakiyî dikin û pêşî li ber rantê û têkiliyên berjewendiyî digirin ev yek tê kirin û got: "Hin kes ji wan tirê em ê bi van rêbazan paş ve gav bavêjin, ji xwe re xiyalan çêdikin. Em ji bo çi li wir bin em ê ji bo wê tev bigerin. Heya ku diçe wê biçe, li cihê ku bixitime wê her kes encamên wê tehemûl bike. Ji hêla me ve wekî din ti nîqaşkirina vê yekê tuneye. Ên ji wan tirê wê bi tirsê û gefxwarinê tiştina bikin, ji xwe re xiyalan çêdikin. Na, heger bi van argumanan armanc tayinkirina qeyûman be, wê demê ev jî nîşaneya wehameteke din e. Yanî li holê tiştek tuneye, lê rabin li gor liv û tevgerên tiryakkêşan tiştekî bikin, ji xwe tu wateya gotinê tuneye. Hûn an dikarin bi nirxên civakiyî derbekê li siyasetmedar bixin an jî ji ber ku saziyeke cemaweriyê ye hûn ê bi raporên teftîşê wî binirxînin. Di vî warî de tiştek tunebe, lê hûn rabin bi beyanên bi vî rengî kampanyayan bidin destpêkirin, a rast ev nîşan dide ku mîzanseneke tê çêkirin û berhevkirina delîlan hatiye teşhîrkirin."   CESARETÊ JI KÊ DIGIRIN?   Bîlgen, bal kişand ser daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Qersê jî ku ji bo êrîşkaran gotibû "Bi xebateke çak hatin zevtkirin" û got: "Ji xwe hebûna evan kesan a li kuçeyan nîşan dide ku pir baş hatiye organîzekirin. Tenê wê ji ber zirar dane malê cemaweriyê der barê wan de tişt bên kirin. Dozgerî ji vê bûyerê wêdetir ketiye nav hewldanekê ku gotinan ji me r ebike an jî emniyet ji bo berteka li bajêr rû daye bersivê dide. Halbûkî diviya hesabê vê liv û tevgera van kesan bikirana. Yanî di dema daxuyaniyeke çapemeniyê de gava hûn û polîsekî têkevin qirika hev, wê ji ber muqawemeta li ber karmend der barê we de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê hin kes dardibin dikevin avahiyekê û zirarê didin malê cemaweriyê, lê der barê wan d elêpirsînek jî ayê destpêkirin. Wisa xuyaye ji ber ku encameke ne li bendê em ê bedêla wê pêvajoya çak bidin. Li vira rewşeke pir aşkere heye. Wisa xuyaye ev mirov cesaretê ji hin kesan û deveran digirin. Yanî kesên berê digotin 'Em partiyî ne, li park û baxçeyan cihekî bidin me" di îfadeyên wan de derket holê ku qaşo me berê wan daye çiyê. Yanî ev kesên duh piştî îfadeya li eniyetê hatin berdan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî daxuyaniyên bi rengê 'ala nayê daxistin, welat nayê perçekirin' didin."   WÊ TIBÎHETÊN BERÊ DEWAM NEKIN   Bîlgen, anî ziman ku ji ber ku şaredariyê daxwaza van kesan pêk neaniye ev tişt kirine û got: "Ew dibên qey em mecbûr in park, baxçeyên çayê, otopark û deverên bi vî rengî bidin wan. Gava me got em ê nedin, gotin em ê bertek nîşan bidin. Baş hîn bûne ku malê bajêr bi tirs û zextan pêşkeşî wan bê kirin. Berê hin kesan ev bi awayekî aşkere kiriye, avêtine ser kargehên mirovan û dest danîne ser malên wan û malên şaredariyê pêşkeşî wan kirine. em bi tiştine cuda re eleqedar dibin, lê ev kes ji wan tirê wê hê jî li bajêr tibîhetên xwe yên berê bidomînin. Bi ya min ev tişt ji vir dest pê dike. Muhtemelen ev yek ne ew mesele ku van kesan cihekî ji me bistînin bidin şixulandin, tiştine din ji bo wan hatine teahudkirin. Em ê bibînin ka kesên ev kes bi ser me d eşandine wê daxwaza xwe pêk bînin an jî em ê paşve gav bavêjin. Em bi hev re bibînin."   ‘DI DESTÊ ME DE GELEK AGAHÎ HENE'   Bîlgen, destnîşan kir ku der barê van kesan de di dest wan de gelek agahî hene û gava wexta wê bê ew ê van agahiyan û têkiliya van kesan parve bikin."   Her wiha Bîlgen, anî ziman ku ne paşnavê vana, tiştên dikin wan eleqedar dikin û got: "Bi taybetî jî piştî li ser medyaya civakiyî gef li hevşaredaran, cîgirên şaredaran hatin xwarin û me giliyê wan kir, hejmarên IP'ê yên telefonên wan hatin tespîtkirin. Em ê bi hev re bibînin ka der barê van kesan d elêpirsîneke çalak tê kirin an na."   Bîlgen, destnîşan kir ku ev baja rne bêxwedî ye, helbet wê rojekê ev liv û tevgerên provakatîf li dîwarekî biekvin û wê her kes encamên wê tehemul bike, lê belê em naxwazin ev yek bi vî rengî pêk bê. Bîlgen, got: "Texmîna me ew e ku ev lîstikek e û ev kes daxilî nav vê lîstikê hatine kirin. Yanî divê em li rê û rêbazine wiha bigerin ku van kesan ji nav vê lîstikê derînin. Lê şaredarî jî ne ew tişt e ku kî were wê bide ber şelmaqan. Divê baş zanibin a tê kirin rasterast êrîşa li ser vîna gel e. Hêvîdar im ji niha û pê ve her kes hesabê xwe lig or vê yekê bike. Çimkî dibe ku di cara sisêyan de bi heman muameleyê re rû bi rû nemînin. Em ê nikaribin kontrola vê yekê pêk bînin."   Bîlgen, anî ziman ku beriya hilbijartinê jî ev yek texmîn dikirin û got: "Çimkî me hemûyan bi çavê xwe didît ka li şaredariyê çi dibe çi nabe. Gava dîtin em bi heman rêbazê nadomînin, kesên ku êdî nikaribin wekî ebrê çerxa xw ebigerînin ketin nav hin liv û tevgeran. Tiştên niha diqewimin ne tiştine wiha ecêbmayî ne. Di vri de tişta divê hay jê hebe û hilbijêrên me baldar bin ev e: Kesên di dema MHP'ê de ev tişt dikirin, malbatên ji hêla siyasî ve nêzî wan, rantê wê demê di dest wan de bû û bedêla vê jî bi MHP'ê dane kirin. Niha jî wekî heman lîstik ji hêla kesên kurd ên çetewarî û pêgirtiyên tiryakê tê kirin tê nîşandan. Li vira tişta divê em bikin, em helwesta xwe ya siyasî biparêzin û kontrola xwe ya civakiyî bi awayekî herî xurt nîşan bidin. Niha wekî ku ev wekî meseleyeke me ya rantê ya navxweyî ye tê nîşandan, lê ji xwe pir kifş e ku ka aqilê wan û mêjiyê wan çi qasî dûrî me ye."   ÇARESERIYEKE CIVAKIYÎ   Bîlgen, destnîşan kir ku mirovên li bjaêr ên di warê siyasî de fikr û ramanên wan ne wekhev in jî ji bo derbasbûyîn telefonî wan kirine û got: "Li bajêr lîstikek tê lîstin û her kes hay ji vê heye. Lê wisa xuyaye ne emniyet ne jî dozgerî wê vê yekê hel neke. Divê em bi awayekî civakiyî vê meseleyê hel bikin. Divê her kes bibiryardarî û bihêz tev bigere. Her wiha divê em mexdûriyeta van kesên ku ji hêla hin kesan ve tên şixulandin jî bibînin. Tolhildan û rovanş ne karê me ye. Ji bo vê divê em bi piştgiryî û piştevaniyî tev bigerin."   MA / Adnan Bîlen