Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek 2020-04-22 09:30:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerê Herême Nîhat Kaya têkildarî geşedanên li Herêma Zînî Wertê pêş dikevin nirxandin kir û diyar kir ku êrîş û planên li dijî Kurdan berfireh in. Kaya da zanîn ku PDK li ser navê prestîja xwe ya winda kiriye ji bo ji nû ve bi dest bixe bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û got: "Êv plan bi berfireh e. Ger şerekî navxweyî pêş bikeve dê Kurd di sedsala 21’an de winda bikin. Divê Kurd bibin yek."   Hêza Çekdar a Tir (TSK) di 15'ê Nîsanê de li dijî herêma Zînî Wertê û Mexmûrê êrîşên hewayî pêk anîn. Piştî Partiya demokrat a Kürdistan (PDK) li herêmê hêza xwe bi cih kir û TSK'ê herêm bombe kir rageşiya li herêmê didome. Li aliyekî welatiyên herêmê bertek û nerazibûnên xwe yên li dijî PDK'ê û êrîşan tînin ziman, li aliye din gelê kurd û rêxistinên kurdan li djiî van êrîşan bertekên xwe tînin ziman. Rojên barî Serokê Hikûmetea Herêma Federe Neçirvan Barzanî gotibû ji bo demek kurt wan hêza xwe şandiye wir û dîsa PKK tawanbar kiribû. Têkildarî geşedan û ragehiyên li herêmê Rojnamegerê herêmê Nîhat Kaya ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    ‘HÊZA HEVPAR LI HERÊMÊ BI CIH NEKIRINE'    Kaya diyar kir ku herêma Zînî Vertê di navbera qada PDK û YNK'ê de ye û ev herêm dinavpera herdu partiyan de hatiye parvekirin. Lê KDP'ê yek alî hêza xwe li herêmê bi cih kir û peymana ku di sala 1996'an de bi YNK'ê re ava kir xera kir. Wekî ku Neçirvan Barzanî got 'Hêza Hevpar' li herêmê bi cih kirine nîn e. Tenê hêza yek alî li herêmê hatiye bicih kirin. "    Kaya bal kişand ser gotinên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokomar Recep Tayyip Erdogan a  têkildarî Qandîlê ku gotibû "Em ê alê li wir cit bikin" û wiha got: "Tirkiye nikare bi hêzanî bê li wir bi cih bibe. Ger ku wisa bike hem dê di aliyê siyasî de hem jî dê di aliyê eskerî û dîplomatîk de têkeve nava zorê. Tirkiye dixwaze vê plana xwe rewa bike. Di vê mijarê de Tirkiye ji bo xwe PDK'ê dike destik û maşik. Daxuyaniya ku PDK'ê da rastiyê nîne ziman. Ji ber ku Zînî Wertê cihekî stratejik e.Ji bo PDK'ê deriyê ketina Qandîlê ye. PDK ji bo prestîja xwe ya di salên 2013-2014'an a li dijî DAIŞ'ê û di 2017'an de di hilbijartina Referanduma Kurdistana serbixwe de winda kiriye dîsa bi dest bixe bi Tirkiyeyê re dikeven nava hewldanan. Ji ber ku wê dema pêşmergeyên PDK'ê li dijî DAIŞ'ê gav paşve avêtin gerilla li dijî DAIŞ'ê şer kir û Tirkiye bi vê yekê pir bêzar bû. Ji ber ku PDK di aliye dîplomasî û eskerî de tengav bû dikeve nava hewldanên cuda."    TIRKIYE DEST JI PLANÊN XWE BERNEDAYE   Kaya, diyar kir ku Tirkiye dest ji planên xwe yên li dijî herêmê bernedaye û wiha got: "Vîrûsa corona jî wekî lutfa xwedê pênase dike. Êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Erdogan vîrûsa corona ji bo xwe kir firsend. Vê yekê bi destê PDK'ê li herêma Zînî Wertê pêk tîne.    HELWESTA DYA    Kaya xwest ev yek tene bi rageşiya di navbera Tirkiye, PKK, PDK û Rusya de neyê bi sînorkirin û wiha lê zêde kir. Rola Nûnerê Taybet yê DYA'yê yê li Sûriyeyê James Jeffrey divê baş bê zanîn. Divê geşedanên li “Zînî Wertê’ pêş ket û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve bi hevre bê zanîn. Divê geşedanên li herêma Iraq û Sûriye pêş dikevin bi hevre bên dîtin. DYA di ve mijarê de siyasetek cuda pêş dixe. Jeffrey bêtir siyasetek li aliyê Tirkiye pêş dixe. Wisa difikire ku ger li herêmê guhertinek çêbibe ew jî bi destê Tirkiye pêş bikeve. Di vê pêvajoya ku PKK hewl dide di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de çûn û  hatinê pêş bixe û ENKS û TEV-DEM’ê nêzi hev bike de, James Jeffrey dixwaze PKK’ê derxe derve û PDK'ê derxin pêş."     PLAN BERFIREH E   Kaya diyar kir ku piştî geşedanên li herêma Zînî Wertê pêş ket bertek û nerazibûnên civakê jî pêş ket û wiha bi dawî kir: "Dibe ku ji ber bertekan gavan paşve bavêjin. Dê di demên pêş de dê dîsa vê planê têxin meriyetê. Hewldanên li dijî Îranê jî hene. Lêgerînên DYA hene. Di nava vê yeke de Pêşmergeyên Roj û pêşmergeyên PDK'ê jî hene. Ev proje û plan pir berfireh e. Ez difikirim ku di demên pêş de vê planê dîsa têxin rojevê. PDK di aliyê siyasî û eskerî de bi Tirkiye re li hevkiriye. Lê li vir nêzîkatiya YNK'ê girîng e. Ger ku YNK û PDK bi hevre tev bigerin, dê ji bo wê windahiyek mezin be. Niha YNK bûye du perçe. Beşek ji wan bi Tirkiye re tevdigerin û dixwazin bi PDK re bibin yek. Aliyekî din jî dixwaze wekî perçeyê Iraqê tev bigere. Di vê pêvajoyê de sekna hassas wê sekna YNK’ê be.    Ger ku di vê pêvajoyê de di navbera rêxistin û partiyên Kurdan de alozî, nakoki û şer pêş bikeve dê bibe sedem ku Kurd di sedsala 21'an de winda bikin. Ger ku Kurd di sedsala 21’an de winda bikin dê bê wateya ku di şerê 3’emî ê cihanê de windakirin. Ji ber vê yekê divê Kurd van hemû plan û lîstikan bibînin u bibin yek. Kurd niha di pêvajoya ku yekîtiyê ava bikin re derbas dibin. Di referanduma Kurdistana Serbixwe de Neçirvan Barzanî li dijî Mesut Barzanî derket û aşkere li gel Tirkiyeye cih girt. Nhia cihgirtina xwe ya li gel Tirkiyeyê bi navê Serokê Kurdistana Başur dike. Herî zêde di vê pêvajoyê de pêdiviya kurdan bi Yekîtiya Neteweyî heye."    MA / Ahmet Kanbal