Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man 2020-04-22 09:28:24 AMED - Ji malbata Oyûnlû ya ku li Licê hatî binçav kirin û pişt re hatin girtin 4 kes di girtîgehê de ne. Li malê bav û dapîra di nav cihan de tenê man.   Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 14’ê Nîsanê de li Gundê Xirabê û mezraya Spênî ya Licê, Gûndê Çemê Elîka yê di navberê navçeya Hênê û Licê de û Gûndê Şelê ya navçeya Hênê operasyoneke eskerî ya berfireh dabû dest pê kirin. Di operasyonê de Ferhat Onkol û ji Gundê Çemê Elîka jî ji heman malbatê Dîlber Oyûnlû ya 48 salî, keça wê Tûba ya 30 salî û kurê wê Harûn Oyûnlû yê 18 salî hati bûn binçav kirin. Welatiyên ku 4 rojan di bin çavan de mabûn Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “ji rêxistinê re alîkarî kirinê” girtin.   BAV Û DAYIKA WÎ LI MALÊ TENÊ MAN   Hat hîn bûn ku ji malbata Oyûnlû ya ku dê û du zarokên wê hatî girtin beriya 2 salan lawê wan yê 25 salî Bawer Oyûnlû jî hatiye girtin. Bi Bawer Oyûnlû yê kû du sale girtiye ve girtina dê û xwişk û birayên wî ji malbatê niha 4 kes di girtîgehê de ne. Bi girtina 4 kesan li malê bav Mehmet Oyûnlû û dayika wî Naîme Oyûnlû yên di nav cihan de man. Bi girtina ferdên malê bav Mehmet û dayika wî Naîme Oyûnlû li malê tenê man.   BIRYARA BINÇAVKIRINÊ NEBÛ JÎ DÎSA HAT GIRTIN   Dayik Dilber Oyûnlû nexweşa şekir û tansiyonê ye û hat diyarkirin ku beriya du mehan emeliyat bûye û tedawiya wê jî berdewam dike. Dema serdegirtina malê ya eskeran ji bo binçavkirina zarokên xwe  asteng bike li ber xwe da. Li ser nebûna biryara binçavkirinê jî ji ber ku berxweda ku zarokên wê neyên binçav kirin hat binçavkirin û birin qereqolê. Piştî ku îfadeyên wan hatin wergirtin sewqî dadgehê kirin. Li dadgehê dayik Dîlber Oyûnlû dema li ser hişê xwe diçe û radikin nexweşxaneyê, piştî ku tedawî dît ji nexweşxaneyê anîn dadgehê û hat girtin.   Hat hîn bûn ku ji ferdên malbatê Tûba Oyûnlûyê zarokekî 7 salî heye û Harûn Oyûnlû yê 18 salî jî nexweşê çolyakê ye.    MA / Fahrettîn Kiliç