Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên? 2020-04-22 09:25:11 AMED - Bi qanûna înfazê ya nû re wê MÎT karibe girtiyan ji girtîgehan bigire û bide ber lêpirsînê. Cîgira Serokatiya Giştî ya FÎDH'ê Reyhan Yalçindag, anî ziman ku wê ev yek bi xwe re îşkenceyê û rêbazên lêpirsînê yên qedexe jî bîne.  Bi qanûna înfazê ya nû re wê îstixbarat karibe girtî û hikumxwaran ji girtîgehan bigire û heya 15 rojan wan bide ber lêpirsînê. Ev yek bi xwe re careke din fikare îşkence û muameleya xirab ya ku di salên 90'î de pêk dihat anî.    LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E    Cîgira Serokatiya Giştî ya Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) Parêzer Reyhan Yalçindag, ji bo qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin got: "Li dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e. Em ê di rojên pêş de bibînin. Piştî berpêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn bê kirin em ê bi hev re bibînin ka çi diqewime."    ‘EM JI SALÊN 90'Î DIZANIN'    Yakçindag, anî ziman ku wê bi vê qanûna înfazê re girtî û hikumxwar tenê ne jî hêla polsî û eskeran, di heman demê de wê ji hêla îstixbaratê ve jî ji girtîgehan bên girtin û heya 15 rojan bikevin ber lêpirsînê. Yalindag, got: "Bi rastî jî wekî parêzvan û hiqûqnasên mafên mirovan dibêjin, em ê di vî warî de bi tiştên neyînî yên mezin re rû bi rû bimînin. Ji xwe em vê yekê ji salên 90'î dizanin. Em ji nîşandana cihan dizanin ku mirov tên girtin û wan didan ber lêpirsînên îşkenceyî. Em dizanin ku di bin fealiyetên îtirafkerî û sîxurtiyê de zext û zoriyên çawa li ser girtî û hikumxwaran hene."    Yalçindag, destnîşan kir ku li girtîgehan lêpirsînkirina girtî û hikumxwaran qedexeye, lê belê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê mirov ji girtîgehan hatine girtin û wan dane ber lêpirsînê. Yalçindag, diyar kir ku ev yek ji wê çaxê de bi awayekî fiîlî pêk tê û got, ji ber awayê lêpirsînkirina girtî û hikumxwarên ji girtîgehan tên girtin û li ser siyasetmedaran îfadeyan didin şik û gumanên wan hene.    BINPÊKIRINA 'QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ'    Yalçindag, anî ziman ku yek ji awayên lêpirsîna biguman jî a H.B.A. ye ku li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê îfade daye û got: "Mesela kesa li ser Selçûk Mizrakli û Kezîban Yilmazê îfade da, 3 salan girtîbûye, wê ji Kayseriyê anîne Amedê. Dibe ku hêzên dewletê îşkence lê kiribin. Ev yek nayê zanîn, bixumam e. Di dosyeyê de di dema îfadeyê de bu tu awayî nebirine muayeneya edlî. Raporên derbkirinê nehatine amadekirin. Hê nayê zanîn ka ev kes di kîjan şert û mercan de îfade daye. Li holê gelek pirsnîşan hene. Îjar vê qanûna navbirî bi xwe re bûye sedema gelek fikarên bi vî rengî. Em parêzvanên mafên mirovan, careke din bibîr dixin ku mafê tenduristiyê yên mirovên di dest dewletê de hemû di berpirsiyariya dewletê de ne, ji ber vê qanûna nû fikarên mezin li me peyda bûne."    WÊ AYM LI GOR QANÛNA BINGEHÎN TEV BIGERE?    Yalçindag, got: "Xetereya ku ev qanûn tim bi xirabî bê bikaranîn heye. Ev yek berê jî çêbibû. Zemîna îşkenceyê amade dike, zemîna muameleyên xirab amade dike, rê li ber rêbazên lêprisînên qedexe vedike. Wekî min got, çawa di dosyeyên şaredaran de hat bikaranîn, wisa xuyaye wê ji niha û pê ve siyasetmedar, kesên muxalif hedef biger, wê siyasetmedarên HDP'î, şaredaran, rojnamevanan hedef bigire. Şik û gumanên me yên ji bo bi şantaj û gefxwarinan delîl bên çêkirin zêde dikin. Tiştên heya niha hatibûn kirin bêhiqûqî û neheq bûn. Hêvîdar im ku Dadgeha Qanûna Bingehîn li gor Qanûna Bingehîn tev bigere, guh bide îçtîhadan, rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn esas bigire û biryareke baş bide."