‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’ 2020-04-22 09:05:52 DERSÎM - Hevserokên HDP’ê yên Dêrsîmê têkildarî kampanyaya xwişk û bira de diyar kirin ku armanca kampanyaya wan piştevaniya maneviye û wiha gotin: “Di dîrok, kevneşopî û baweriya me de mafê biratiyê heye. Ji ber vê yekê banga me li herkesê heye ku piştgiriya kampanyayê bikin.” "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di pêvajoya vîrûsa coronayê (Covîd-19) de dabû destpêkirin didome. Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê, di çarçoveya kampanyayê de heya niha li bajêr, navçe û gundan nêzî hezar malbat diyar kirine. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersîmê Nûrşat Yeşîl diyar kir ku binê bangkirina “li malê bimîne” nehat tejî kirin û wiha got: “Li bajêr mirov di karên rojane û sektora xizmetê de dixebitin. Piştî nexweşiya vîrusê gelek kargeh hatin girtin û rewşa mirovan a aboriyê nebaş bû.”   ‘JI BO KU AXA XWE JI BÎR NEKIN PIREKÊ AVA DIKIN’   Yeşîl, da zanîn ku xebatên diyarkirinê ya malbatên rewşa wan a aboriyê nebaş dikin û wiha axivî: “Li navênda bajêr, navçe û gundan serlêdana malbatên ku rewşa wan nebaş digirin. Em bang li gel dikin piştî ku ev roj derbasbûn heke bixwazin wijdana wan rehet be divê alîkariyê bidin vê kampanyayê.” Yeşîl, anî ziman ku armanca kampanyaya wan ji derveyî aboriyê, piştevaniya maneviye û wiha berdewam kir: “Armanca me ji bo Dersîmiyên li metropol, dîaspora û Ewropayê dijîn axa xwe ji bîr nekin, pirekê ava bikin. Em ji Avustralya, Belçîka, ji gelek cihên parzemîna Ewropayê û heta Emerîkayê jî peyam tên. Nikaribin werin vê derê jî dixwazin piştevaniyê bikin dest bidin kampanyaya me. Dema me dest bi vê kampanyayê kirî me bang li Kongreya Avakirinê ya Dersîmê kiri bû wan jî qebûl kir ku bi me re bixebitin.”   ‘BI FERASETA KOMUNAL PARVE DIKIN’   Hevserokê HDP’ê yê Dersîmê Îbrahîm Kasûn jî destnîşan kir ku bi hevserokên bajêr û navçeyan vê ji bo kampanyayê seferberi daye destpêkirin û wiha got: “Xizaniyeke zêdê lê bajêr heye. Ji navçe û gundan 700 malbatan serî li me dan. Wek tê zanîn gelê me ji dîrokê heta vêgavê di bin zextan de jiya ye. Di dîrok, kevneşopî û baweriya me de mafê biratiyê heye. Dema cîranê mirov birsî ma em wî birsî nahêlin. Divê teqez em alîkarî bikin. Bi feraseta komunal em parve dikin. Ji ber vê yekê banga me li herkesê heye ku piştgiriya kampanyayê bikin.”    MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme