Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2020-04-21 19:28:06       NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku li Tirkiyeyê 119 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 229.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) parve kir. Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de li 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 4 hezar 611 kesên din de jî vîrûs hatiye tespîtkirin.    Piştî daneyên dawî li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 229 û hejmara kesên heya niha vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin jî bûye 95 hezar û 591.