Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man 2020-04-21 18:25:55   AMED - Ji malbata Oyûnlû ku li Licê di avêtina ser malê de 3 kes ji wan hatibûn binçavkirin, her sê ferdên malbatê jî hatin girtin. Piştî girtina her sê ferdên malbatê li malê bav û dapîra wan ên nexweş û di nav ciyan de bi tenê mane.    Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 14’ê Nîsanê de li Gundê Xirabê û mezraya Spênî ya Licê, Gûndê Çemê Elîka yê di navberê navçeya Hênê û Licê de û Gûndê Şelê yê navçeya Hênê operasyoneke eskerî ya dorfireh dabû dest pê kirin. Di operasyonê de Ferhat Onkol û ji Gundê Çemê Elîka jî ji heman malbatê Dîlber Oyûnlû ya 48 salî, keça wê Tûba ya 30 salî û kurê wê Harûn Oyûnlû yê 18 salî hatibûn binçavkirin. Welatiyên ku 4 rojan di bin çavan de mabûn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Licê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” ew girtin.   BAV Û DAYIKA WÎ LI MALÊ TENÊ MAN   Hat hînbûn ku ji malbata Oyûnlû ya ku dê û du zarokên wê hatî girtin beriya 2 salan lawê wan yê 25 salî Bawer Oyûnlû jî hatiye girtin. Tevî Bawer Oyûnlû ku du sal in girtiye, ji heman malbatê niha kes kes di girtîgehê de ne. Bi girtina 4 kesan li malê bav Mehmet Oyûnlû û dayika wî Naîme Oyûnlû yên di nav cihan de bi tenê man.    Dayik Dilber Oyûnlû, nexweş e û şekir û tansiyonê pê re heye. Hat diyarkirin ku du meh berê emeliyat bûye û tedawiya wê hê jî berdewam dike. Dema eskeran avêtibû ser malê, ji bo zarokên wê neyên binçavkirin li ber xwe dabû. Çendî ku der barê wê de biryara binçavkirinê tunebû jî lê sirf ji ber ku li ber xwe daye û xwestiye binçavkirina zarokên xwe asteng bike hatiye binçavkirin û ew birine qereqolê. Piştî ku îfadeyên wan hatin wergirtin sewqî dadgehê kirin. Lê belê dayik Dîlber Oyûnlû li dadgehê ji ser hişê xwe ve diçe û wê radikin nexweşxaneyê. Piştî li nexweşxaneyê tê ser hişê xwe dîsa wê tînin dadgehê û dadger ew girti û şand girtîgehê.    Hat hînbûn ku ji ferdên malbatê zarokeke 7 salî ya Tûba Oyûnlûyê heye û Harûn Oyûnlû yê 18 salî jî nexweşîna çolyakê pê re heye.