Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin 2020-04-21 16:59:01 AMED - Malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê tên sekinandin erişî Emîne Yuksel a ji avahiya HDP’ê derket kirin û pozê wê birîndar kirin. Malbatên li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan çandiye serê çiya” tên sekinandin êrişî jina bi navê Emîne Yuksel a ji avahiya HDP’ê derket kirin. Tevî vîrûsa koronayê jî ev malbat li konê li ber HDP’ê hatiye vedan tên sekinandin û mesafeya fizîkî tê piştguhkirin. Van malbatan şûşeya avê ya tije cemed dakirin Yuksel û ew birîndar kirin. Yuksel çû nexweşaneyê û rapora lêdanê wergirt. Yuksel a ji pozê xwe birîndar bû ji aliyê kamerayên derdorê ve hat kişandin.   POZÊ WÊ DERIZIYE   Yuksel diyar kir ku ev du meh in li Amedê dijî û got: “Min şûna avahiya HDP’ê nizanibû. Min ji çend kesan pirsî û wisa çûm ber HDP’ê. Dema min konê ber HDP’ê dît qey min got konê alîkariyê ye. Pişt re ez ketim avahiya HDP’ê. Piştî bi qasî deh deqîqeyan ez mam û pişt re derketim ku biçim malê. Di kêliya ez derketim, jinek ji bin kon tiştek avêt min û li pozê min ket. Gelek polîs jî li wir hebûn. Ez şaş mam. Min jê pirs kir çima tu li min wisa dikî. Polîs ketin navberê. Pişt re ez çûm nexweşxaneyê û muayene bûm. Dixtor got pozê min deriziye. Min rapora lêdanê wergirt. Dixtor got rapora wî amade kiriye dê ji qereqolê re ragihîne. Loma raporê neda min. Tenê derman ji min re nivîsand.”