TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir 2020-04-21 16:23:05 AMED - Tevgera Jinên Azad, bal kişand ser ambargo û êrîşên li ser Kampa Mexmûrê û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li gorî hevpeymana xwe tevbigere.  Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê pêşketên di demên dawî rû dan de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniyê de, diyar kir ku desthilatdariyên heyîn dixwazin şewba Kovîd-19 veguherînin komkujiya kurd û wiha got: "Kujerên jinê ne tenê yên nêzî wan e di heman demê de bi polîtikayên dijminatiya jinê dike Hukumeta AKP'ê ye."   TJA'yê di daxuyaniyê de bal kişand ser ambargo û êrîşên li ser Kampa Mexmûrê û wiha got:"Herî dawî di encama êrîşan de 3 jinan li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan. Bi van êrîşana AKP bi hiqûqa xwe ya dijminatiyê Mexmûrê hedef digire. Tevî ku wargeha di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de jî dîsa jî ji bo bê belavkirin polîtikayên zextê di meriyetê de ye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku li gorî heypeymana xwe tevbigere."   Tevgara Jinê da zanîn ku hikumeta AKP'ê ji bûyerên karesatên xwezayî bigire heta Vîrusa Koronayê hewil dide ku ji xwe re bike fersend û wiha dewam kir:"Zagona Înfazê ya ji berê de ji aliyê AKP-MHP'ê hatiye amadekirin li ser esasên pevçûna rantê ye. Di vê zagona înfazê de rojnameger, siyasetmedar, akademisyen tune ne. Kesên tecawizkar û îstismarkar hene. Niha dema em dinêrin asta tundiyê û kuştinê zêde bûye. Tundiya di nava malê de zêde bûye û saziyên ku jin serî lê bidin tên girtin. Kujerên jinê ne tenê yên nêzî wan e di heman demê de bi polîtikayên dijminatiya jinê dike Hukumeta AKP'ê ye."