Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê 2020-04-21 15:34:45 OSMANIYE - Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya  yê 11 rojan d beşa lezgîn de, cardin şandin girtîgehê.   Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê dimîne , di 11'ê Nîsanê de rewşa wî nebaş bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Kaya yê ji wê rojê ve di başa lezgîn de dihat dermankirin, cardin şandin girtîgehê. Hat diyar kirin ku Kaya li revîra girtîgeha tê girtin û ava di kezeba wî de kom bûye, derxistine.    Kaya ji ber krîza dil derbas kiribû û xwîn çûbû ser mejiyê wî rakiribûn nexweşxanê û piştî dermankirina wî bi dawî dibe şûnde dişînin girtîgehê. Kaya yê rewşa wî xerabtir dibe, carek din radikin nexweşxanê. Ji bo cezayê Kaya bê talûqkirin serlêdan hatibû kirin, lê heya  niha tu bersiv ji bo serlêdana berdana wî, nehatiye dayîn.