Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2020-04-21 14:14:33   SEMSÛR – Li taxeke bajaroka Bûlamê ya Çelîkxanê ku ji ber vîrûsa koronayê ketibû bin qarantînayê, welatiya bi navê Ferîde Sel ku bi gumana vîrûsa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Li Semsûrê, beriya 2 rojan taxa Kaya ya bajaroka Bûlamê ya navçeya Çelîkxanê, ji ber ku testa niştecihekî taxê pozîtîf derketibû, ketibû bişn qarantînayê. Piştî vê rewşê 20 niştecihên taxê bi gumana vîrûsa koronayê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelîkxanê. Yek ji van niştecihên taxê Ferîde Sel a 40 salî jiyana xwe ji dest da. Têkikldarê sedema mirina Sel hê tu daxuyanî nehatiye dayîn. Lê niştecihên taxê ragihandin ku Sel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.   Li aliyê din hat hînbûn ku di nav 20 kesên ku rakirine nexweşxaneyê de birayê Sel Abûzer Sel jî heye û testa wê ya vîrûsê pozîtîf derketiye. Dîsa hat ragihandin ku testên 3 kesên din jî pozîtîf derketine.   Hat hînbûn ku cenazeyê Sel rakirine morga nexweşxaneyê û dê cenazeyê wê li bajaroka Bûlamê bê veşartin.