NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin 2020-04-21 13:17:40 ENQERE - Rojnameya New York Times, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoya vîrûsa corona de ji daneye fermî yên aşkere dike wêdetir bi felaketek mezintir re têdikoşe. Rojnameyê destnîşan kir ku dibe hikûmet rastiya vîrûsê vedişêre. Rojnameyê  anî ziman ku li gorî daneyan li Stenbolê rêjeya mirinê ji sedî 50 zêde bûye û dibe ku Tirkiye hêjmara miriyan vedişêre.  Rojnameya New York Times, di manşeta xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiye û vîrusê û manşeta “Rêjeya mirinê ya li Stenbolê nîşan dide ku Tirkiye facîaya vîrûsa corona di astek mezintir de verişêre." avet. Rojnameyê cih da nûçeya Rojnameger Carlotta Gall ê xelata Pulitzer wergirtiye û daneyên hêjmarî lêkolîn kir. Rojnameyê di nûçeyê de anî ziman ku dema rêjeya mirinê ya li Stenbolê ya Adar û Nîsanê yên salên dawî û îsal li ber çavan têne girtin, Îsal di meha Adar û Nîsanê de zêdeyî 2 hezar û 100 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rojnameyê anî ziman ku dema van daneyan li ber çavan digire dibe ku mirina ji ber vîrûsa corona ya li Tirkiyeye pir zêde be û Tirkiye vê hêjmara mirinê vedişêre.    DANEYÊN STENBOLÊ YÊN JOHN HOPKİNS’Ê    Zaningeha John Hopkins ku hemû daneyên mirine yên cîhanê lêkolîn dike, bal kişand ser nûçeya NYT'ê û rêjeya mirina li Stenbolê. Rojnameya The Times, bal kişand ser  daneyê mirina 5 hefteyên navbera 9'ê Adarê û 12'ê Nîsanê yên Stenbolê û got li gorî daneyên dîrokî yên meha Adar-Nîsanê ji sedî 30'î zêde bûye. The Timesê da zanîn ku li gorî daneyên bi dest xistine li Stenbolê di 2 hefteyen ewil ên Nîsane de rêjeya mirinê ji sedî 50 zêde bûye. Pisporê Demokrafiyê yê Zanîngeha Johns Hopkins Stéphane Helleringer, diyar kir ku ev rêjeya mirinê ya li Stenbolê wan dixe nava fikaran    Lêkolînerê Tirk ê Zanîngeha Bentleyê Onur Altindag jî bal kişand ser rêjeya mirina li Stenbol û Sakarya yên meha Adar û Nîsanê û wiha got: "Dema mirov li van daneyan dinere dibîne ku di van mehan de rêjeya mirinê pir zêde bûye.    Rojnameya NYT, cih da daxuyaiya Sererokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk Dr. Sinan Adiyaman a ‘Di meha Sibatê de li gel dihat zanîn ku ev neşweşi heye jî tu tişt nehat kirin. Hin ekîpmanên parastina şexsi li hin hereman tune ye.'    Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku ji ber Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi hefteyan e agahiyên der barê şewba nexweşiyê de di kontrola xwe de dihêle, performansa Tirkiye ya li dijî şewba vîrûsa corona wekî di cîhanê de welatê herî serkeftî nîşan dide û wiha cih da nûçeyê: "Qesra Beştepe raporên der barê malên şînê, goristan û nexweşxaneya de vedişêre û kampanya bi taybetî pêş xistiye daye destpekirin. Di  pêvajoya vîrûsa corona de ji ber parvekirinê medya civaki yên der barê mijarê de 410 kes hatin binçavkirin.    Rojnameya New York Times bal kişand ser rêjeya mirinên li Stenbolê û anî ziman ku Tirkiye bi felaketek mezin re têdikoşe. Rojnameyê anî ziman ku li gorî daneyên navbera 9'ê Adarê û 12'ê nîsanê li STenbolê zêdeyî 2 hezar û 100 kes, li gorî demên berê zêde mirine.    Werger: Ajansa Mezopotamya