Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e 2020-04-21 12:46:07   ÎZMÎR – Ji bo tedawiya zaroka 1.5 salî Liya Gumuşoz ku bi nexweşiya Losemiye ketiye pêwistî bi bexşandina huceya kokê heye.   Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, zaroka 1.5 salî Liya Gumuşoz, bi nexweşiya Losemiyê (pençeşêra xwînê) ket. Kalê Gumuşoz Cemal Çalişkan, diyar kir ku ji bo nebiya wî ya 1.5 salî Liya Gumuşoz hucreya kokê pêwîst e û wiha got: “Ji bo nebiya min bi awayekî lezgîn huceya kokê pêwîst e. Ji bo vê yekê divê serî li Navenda Xwînê ya Kizilayê û telefona şexsê min bê dayîn. Ez dixwazim nebiya min bijî û welatiyan vedixwînim piştgiriyê.”   JI KEYA BANG   Keyayê taxa Demîrkopru ya ku malbata Liya lê rûndinê Îbrahîm Akçe jî herkesî ji bo Liya vexwend hestiyariyê û got ku jiyana zarokeke sal û nîvekê mijara gotinê ye.