Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand 2020-04-21 12:09:23 NAVENDA NÛÇYEAN - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji ber şewba Covîd-19’ê belav dibe û tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome, raporek amade kir û ji CPT re şand. Buroyê ji CHP'ê xwest ku erka xwe pêk bîn e.  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa Îmraliyê û talûkeya şewba vîrûsa corona raporek amade kir û ji CPT’ê re şand. Buroyê di raporê de qala rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş kir.    'OCALAN DI RÎSKEK MEZIN DE DIJÎ'    Buroya Hiqûqê di raporê de qala geşedanên piştî koronavîrusê kir û bal kişand ser rewşa girtîgehan ku tu tevdîr nehatiye stendin. Buroyê di raporê de wiha got: “Li Girtîgeha Girava Îmraliyê 21 salan rêzdar Ocalan ji ber bêhnstendinê gelek caran nexweş ketiye, ev rewş bûye kronîk, her dem bêhna wî çikiyaye. Ji ber şertên hucreyê, nikare sûdê ji rojê û qada hewastendinê werbigire, ji ber ku 71 salî ye û nexweşiyên xwe yên kronîk ên bêhstendinê, di warê Covîd-19ê de di kategoriya herî bi rîsk de ye. Divê li Îmraliyê pêşiya Covîd-19’ê were kirin. Em dixwazin hin rêzetevdîr bêne kirin û hevdîtin bêe kirin. Lê serlêdan me nehatine bersivandin."    'SERLÊDANA ME HATE REDKIRIN TU AGAHÎ NEDAN ME'   Di raporê de ev tişt hatin gotin:   “(…) Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê ya 2’emîn her du daxwazên me jî red kirin. Biryarên di 26.03.2020’an de hatine redkirin, 6’ê Nîsana 2020’an de bi rêya dozgeriyê ragihandine me. Daxwaza me ya ji bo ku ev şewb nekeve Îmraliyê, heke vîrus têkeve Îmraliyê ji bo mudaxeleya tibbî tevdîr were stendin û divê di vî warî de em werin agahdarkirin. Ev daxwazên me bi hinceta ‘ev tişt di çarçoveya peywira hakîmtiya înfazê de ye’ û hatiye redkirin. Di warê stendina tevdîran de tu berpirsyarî nehatiye stendin û derbarê van geşedanan tu agahdarî jî nehatiye kirin. Di raporê de hate gotin, ji ber ku hevdîtina rû bi rû bi rîsk e, daxwaza malbatan û parêzeran a axaftina bi telefonê jî hate redkirin.   Di raorê de hate destnîşankirin ku nêzîkatiyeke li derveyî hiqûqê tê nîşandan û hate gotin, "Li hemberî qanûnan fen tê kirin."   Di raporê de hate ragihandin ku ji 4'ê Adarê heta 17'ê Nîsanê ji serlêdanên ji bo axaftina bi telefonê û serlêdana malbat û parêzeran re bersiv nehatiye dayin.   Di raporê de hate destnîşankirin ku bêbersivhiştin an jî redkirina serlêdanan nehiqûqî ne û hate gotin, "Qedexeya axaftina bi telefonê li prosedura qanûnî û pîvanên dîsîplînê nayên. Divê qenalên ragihandinê vekirî bên hiştin.   DIVÊ CPT ÇI BIKE?   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dawiya raporê de ev daxwaz ji CPT kir:   "Em ji komîteya we dixwazin ku bi Wezareta Edaletê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û rayedarên hikumetê re têkiliyê deynin û rewşa heyî hîn bibe.   Li gorî vê yekê, ji bo vîrûsa korona negihêje Girtîgeha Girava Îmraliyê û muwekîlên me pê nekevin, ji rayedaran bixwazin ku tevdîrên pêwîst bigirin.   Di vê çarçoveyê bikin ku tevdîrên lezgîn ên li girtîgehan bên bicihanîn ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Komeleya civaka Sivîl li Sîstema Înfaza Ceza (CÎSST) ve 30'ê Adara 2020'an bi raya giştî re hatin parvekirin.   Cezayê dîsîplînê bidin rakirin, yan jî li gorî hiqûqê bidin taloqkirin.   Ji bo malbat û parêzer bi rengekî LEZGÎN karibin di nava şert û mercên guncaw de hevdîtinê bikin, gavên pêwîst bidin avêtin.   Her wiha ji bo malbat û parêzer karibin bi LEZGÎNÎ ji mafê xwe yê axaftina bi telefonê sûdê werbigirin, bikevin nava liv û tevgerê.   Ji bo bicihanîna van daxwazan ku gelekî girîng in û ewlekirina jiyan û tenduristiya serlêdêran û pêkanîna maf û azadiya wan, bi rengekî bi bandor pêvajoyê bişopînin."