‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’ 2020-04-21 12:02:44   ÎZMÎR – Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin diyar kir ku wezîfedarên girtîgehê ku bi derve re di temasê de ne dê şewbê veguhezînin girtîgehê jî.   Vîrûsa koronayê (Covid-19) a kujer bandora xwe ya li ser mirovahiyê didomîne. Yek ji qadên herî rîska vîrûsê lê heye girtîgeh in. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Herêma Egeyê tên ragirtin bênavber ji malbatên xwe re dibêjin ku li girtîgehan tu tevdîr nehatine girtin.   ‘DIBE KU KORONA LI GIRTÎGEHAN BELAV BIBE’   Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Alî Aydin diyar kir ku li gel Neteweyên Yekbûyî ji bo rîska koronayê ya li girîgehan Tirkiyê hişyar kir jî heta niha gav nehatine avêtin û ji ber ku însan lê bi komî dijîn, yek ji cihên herî zû vîrûs belav bibe girtîgeh in. Aydin got li gorî destûra bingehîn jî her kes xwedî mafê jiyanê û tenduristiyê bijî. Aydin bal kişand ser guhertina yasaya înfazê ya cudakar û got: “Çi dibe bila bibe divê heta şert û merc baş dibin girtî werin berdan. Tevî hemû metirsiyan û bangên netewî û navnetewî jî Tirkiyê bi guhertina yasaya înfazê girtiyên siyasî terkî mirinê kiriye. Ev guhertinek cudakar e. Bi taybetî ew metirsiyên me hene ku korona tesîrek neyînî li ser girtiyên nexweş bike. Her wiha metirsiya mezin jî ew e ku wezîfedarên girtîgehê ku bi derve re di temasê de ne dê şewbê veguhezînin girtîgehê û bibe sedema mirinên komî. Divê destilatdarî zû bi zû guh bide daxwaza ji bo girtiyên siyasî û hemû girtiyên siyasî berde.”