Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin 2020-04-21 10:45:32   WAN - Komek ciwan li Taxa Xaçortê ya Îpekyolu êrîşa li dijî herêma Zînî Wertê şermezar kirin.    Komek ciwan li taxa Xaçortê ya Navçeya Îpekyolu ya Wanê kom bûn û êrîşa di 15'ê Nîsanê de li dijî herêma Zînî Wertê pêk hat şermezar kirni. Koma ciwanan êrişa TSK'ê ku bi hevkariya PDK'ê pêk hat şermezar kir. Koma ciwanên ku li taxê barîkat danîn û agir pêxistin êrîş şermezar kirin. Piştî çalakiyê polîsan mudaxale kir. Di mudaxaleyê de polîsan 5 ciwanên ku navê wan nehat zanîn binçavkirin. Hat diyar kirin ku ciwanên hatin binçavkirin rastî neheqiyê hatine.