Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin 2020-04-21 10:35:21 ENQERE – Endama ÇHD’ê Parêzer Baydar Unsal, diyar kir ku parêzerên di rojiya mirinê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal gele kilo didin û ev bang kir: “Ji bo bihîstina dengê hevalên me, em herkesî vedxwînin hestiyariyê.”   Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Baydar Unsal, daxwaz û rewşa parêzerên ku ji 5’ê nîsane ve di rojiya mirinê de ne Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal parve kir. Unsal, diyar kir ku parêzer ji bo dijderketina her cure neheqî û bilindkirina têkoşîna edaletê ketine rojiya mirinê û wiha got: “Ji ber vîrûsê em bi telefonê agahî ji wan digirin. Dîsa ji ber ku telefon tên guhdarkirin, em agahiyek bi tendurist nagirin. Nizanim Ebrû çiqas kîlo daye lê Unsan dibêje ji destpêkirinê ve 10 kîlo daye.”   PARASTINA WAN A LAŞÎ QELS E   Unsal, bi bîr xist ku çalakiya Ebrû Tîmtîk di roja 110’emîn de ye û ya Aytaç Unsal jî di roja 79’emîn de ye û têkildarî bergiriyên şewbê ev tişt gotin: “Li kogûşên parêzeran bergiriyên têrker nayên girtin. Ebrû Tîmtîk li Sîlîvriyê ye. Berdevk û lepik jî nadin wan. Em zanin ku amûrên paqijiyê jî nadin wan. Girtî li kogûşên 10-12 kesî dimînin û di bin rîsqê de ne. Hejmareke zêde garidiyan dikevin kogûşan. Hefteya pêş em ê biçin girtîgehê. Hevjînê min Aytaç Unsal li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê dimîne. Dibêje ku berdevk û lepikan nadin wan. Bergirî gelek qels in. Ji ber birçîbûnê parastina wan a laşî qels e. Vîrûseke herî biçûk jî dê xesareke mezin bide wan. Divê hemû girtî bên berdan.”   2 KESÊN DIN DI ROJIYA MIRINÊ DE NE   Di berdewama axaftina xwe de Unsal, agahî da ku 2 muwekîlên wê yên bi navê Dîdem Akman û Ozgur Karakaya jî di serî de bi daxwaza darizandina adîlane û bi daxwazên parêzeran di rojiya mirinê de ne û wiha pêde çû: “Rojiyên mirinê zêde dibin û ji bo hevdîtinê me serî li Wezareta Edaletê û Wezareta Karê Hundir dane. Em nikarin randevûyan bigirin. Bêdengiya li dijî daxwazan nayê qebûlkirin. Wê hin mirinên din çêbibin. Em naxwazên ev pêk bên. Em daxwaz dikin ku daxwazên me bên bihîstin. Ji bo bihîstina dengê hevalên me, em herkesî vedxwînin hestiyariyê.”   MA / Dîren Yûrtsever