Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan 2020-04-21 10:34:48   ENQERE - Rêxistina HAKîM, ji bo sewalên ku di vê pêvajoya bê xwedî û bê eleqe hatine hiştin, banga parastina mafên sewalan kirin.    Komîteya Şopandina Mafên Sewalan (HAKİM), piştî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) şewba vîrûsa corona wekî pandemî (Şewba Kurevî) îlan kir, diyar kir ku tedbîrên têkildarî şewbê ji bo sewalan nayên girtin. HAKÎM diyar kir ku ew ji ber sewalên ku li petshopan tên firotin bi fikar in. HAKÎM, bang li hemû welatiyan kir ku petshopan kotrol bikin û xwest tekildarî binpêkirina mafan bi wêne û belgeyan wan agahdar bikin. HAKİM, xwest ji bo îxbarê dikarin bi rêya hesabê twîtterê serî li Wezareta Daristan û Çandiniyê (@TCTarim) û Serokatiya Daîreya Parkên Mîllî û Parastina Xwezayê (@MilliParklar_D ), an jî dikarin serî li CİMER'ê bidin.