Piştî belavkirina maskeyan xetereya li dermanxaneyan zêde bûye 2020-04-21 09:13:40   ENQERE - Dermangerên ku ji ber şewba coronayê bi xetereyek mezin re rû bi rû ne, anîn ziman ku piştî belavkirina maskeyên belaş xetre zêdetir bûye.    Mirov êdî bi kodên ku Wezareta Tenduristiyê dişînin telefonên wan, dikarin ji dermanxaneyan bêpere maskeyan wergirin. Lê belê dermanger diyar dikin ku ev yek xetereya li ser wan zêdetir dike. Dermanger Hîlmî Şener, anî ziman ku di pêvajoya şewbê de dermangeran berpirsiyariyeke mezin hilgirtiye û barê wan zêde giran bûye.    Şener, got: "Maskeyên ku dewlet dide perçe bi perçe hatin. Hefteya borî hin jê yên ji hêla poz ve bitêl, hin jê jî ên bêtil hatin şandin. Hin kes bertek nîşan didin, ji ber qalîteya wan. Lê muxatabê vê yekê ne em in. Kîjan maske bên em wan didin. Ji bo em bi şewbê nekevin, pêşî em wan bi destê xwe deenfekte dikin û paşê dixin kîsikan û heta ji me tê em bi baldarî didin nexweşên xwe."    Şener, anî ziman ku hê peyam ji mişteriyan re nehatiye tên dermanxaneyên û got: "Ji dêvla ku li dermanxaneyan bên belavkirin, li şaredarî an jî bi rêya keyayan bên belavkirin wê barê me ev qasî giran nebûna. Wê welatî jî bi rihetî karibûna peyda bikirana."    Dermanger Gamze Turkoglû jî anî ziman ku bi şewbê re dermanxane bûne herêên xetere û got: "Belavkirina maskeyan jî ev yek zêdetir kir. em dixwazin mirov alîkariya me bikin. Niha li dermanxaneyan mesaiyeke zêde heye. Em bi xwe jî di bikaranîna maskeyan de bi baldarî tev digerin. Em ji kesekî zêdetir kesî naxin hundir. Em tim û tim dezenfekte dikin."    Xebatkarekî Dermanxaneya Fazîletê jî anî ziman ku heya niha 2 hezar û 500 maske belav kirine û got: "Herî kêm me ji 100 kesî re gotiye tunene. Tu dibê qey her kes daketiye kuçeyan û li pey maskeyan e. Niha li ber destê me maske nemane. Ji xwe têr jî nakin. Her kes daketiye kuçeyan. Ên maskeyan digirin wekî maske wan ji her tiştî diparêze tev digerin. Em çi qasî tevdîrê bigirin jî mirov ew qasî tên dermanxaneyan."