‘Girtî nikarin xwe biparêzin’ 2020-04-21 09:00:43 AMED - Birayê girtî Mazlum Guzel ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de dimîne, Firat Guzel diyar kir ku jiyana girtiyan ji ber nexweşiya vîrusê di xetereyê de ye û got: “Bijîşkek jî li girtîgehê nîne. Girtî nikarin xwe biparêzin. Divê demildest werin berdan.” Hikumetê Qanûna Înfazê ya ku girtiyên siyasî derve hatî hiştin ji meclîsê derbas kiribû. Niha girtî ji ber nexweşiya covîd-19 di xetereyeke mezin de ne. Li ser ve yekê malbatên girtiyan jî di nava fikarê de ne û dixwazin girtiyên wan demildest werin berdan.   ‘LI GIRTÎGEHÊ BIJÎŞK NÎNE’   Birayê girtî Mazlum Guzel ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de dimîne, Firat Guzel diyar kir ku 19’ê Nîsanê bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û got: “Birayê min diyar kir ku di girtîgehê de derbarê vîrusa covid-19’ê tu tedbîr nehatine girtin. Paqijî nayê kirin. Xwarinê kêm didin girtiyan. Bijîşkek jî li girtîgehê nîne. Her roj zextan li girtiyan dikin. Di saet şeşî êvarî heta şeşê sibê ser odeyên wan de digirin. Gardiyan dibêjin bi îxbarê vê yekê dikin û piştî ku ser odeyên wan de girtine, birine îfadeya wan wergirtine.”   ‘DEWLET GIRTIYAN NA PARÊZE’   Guzel, bal kişand ser qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derve hatî hiştin û wiha axivî: “Qanûna înfazê bê wate ye. Ji diz, tecawîzkaran re derketiye divê ev were sererast kirin û bi hezaran girtiyên weke birayê min were berdan. Niha terkî mirinê kirine.” Guzel, diyar kir ku edalet divê ji bo herkesê be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Edaleta dewletê li kû ye. Ji tacîzkaran û kujeran re efû derxistin. Kesên ku ji bo fikr û ramanên xwe di girtîgehan de nayên berdan. Jiyana girtiyan ji ber vîrûsê di xetereyê de ye. Girtî nikarin xwe biparêzin, dewlet jî wan na parêze. Divê demildest werin berdan.”