ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-21 09:00:08 * Serokê Giştî tê ESP'ê Şahîn Tumuklu, bal kişand ser "destûra bêheq" û ji bo 1'ê Gulanê bang li sendîka û rêxistinên kedê kir û ji bo "mafê destûra biheq" îşaret bi rêxistinkirina grevê kir.  * Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, ji bo daxwaznameya endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê ku ji bo civînên meclîsê bê çêkirin dabûn, got: "Heya meclîs bê asta ku karibe bixebite an jî heya hilbijartinên meclîsa nû bên çêkirin, wê peywira meclîsê ji hêla karmendên encûmen ve pêk bê."    * Birayê girtî Mazlum Guzel ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de dimîne, Firat Guzel diyar kir ku jiyana girtiyan ji ber nexweşiya vîrusê di xetereyê de ye û got: “Bijîşkek jî li girtîgehê nîne. Girtî nikarin xwe biparêzin. Divê demildest werin berdan.”   * Mêrsîniyan, anî ziman ku ji ber şewbê fiyet ji sedî 50'î biha bûne û gotin, êdî li bazaran jî nikarin pir tiştan bikirin.    * Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, AKP krîza nebirêvebirinê ya bi şewba coronayê re kûrtir bûye, dixwaze bi tayinkirina qeyûman a şaredariyên muxalif, bi astengî û lêpirsînan ji derheqê wê derkeve.    * Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku Riha li derveyî bernameya "Pêşxistina Hilberîna Nebatî" hatiye hiştin û got: "Bajarê ku ji sedî 47'ê pembo lê tê çandin çima li derveyî vê bernameyê hatiye hiştin? Di nav hebûnê de tunebûnê li gel ferz dikin."    * Parlementer CHP'ê Tûran Aydogan ku partiya wî hewl dide ji bo qanûna înfazê ya nû serî li AYM'ê de, ji bo AYM'ê got: "Em pev re bibînin ka wekî saziyeke hiqûqê tîk disekine an wê di bin erkê de bieciqe."    * Dermangerên ku ji ber şewba coronayê bi xetereyek mezin re rû bi rû ne, anîn ziman ku piştî belavkirina maskeyên belaş xetre zêdetir bûye.    * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.   * Yekemîn danişîna Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevik a jê girtiye wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin.    * Li Amedê rêxistinên kar, ji ber şewba Kovîd-19 wê derbarê pirsgirêkên dikandar, kargeh û cotkar dijîn de li avahiya DESOB'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)   * SES, wê encama anketa derbarê pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê dijîn de amadekirin û bergiriyên li nexweşxaneyan aşkere bike.  (12.00)