Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji destdan bû 2140 2020-04-20 20:37:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîr Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 123 kesên jin jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin bi giştî bûye 90 hezar û 980.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de parve kirin. Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 123 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 4 hezar û 647 kesên din de jî vîrûsa hatiye tespîtkirin.   Piştî van daneyên Wezîr Koca, li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha ji ber şewba coronayê mirine bû 2 hezar û 140. Her wiha hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin jî bû 90 hezar û 980.