Çavdêriya ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê: Tedbîr kêm in 2020-04-20 17:25:10   ENQERE - Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê, li 44 girtîgehan lêkolîn kirin û diyar kirin ku li dijî vîrûsa vorona tedbîr kêm in. Rêxistinan di bultena şopandina girtîgehan de anin ziman ku paqijî têr nake maske û lepikan nadin girtiyan. Saziyan xwest ku ji hiqûqnas û parazvanê mafên mirovan heyetek bê avakirin û li Îmraliyê lêkolîn bike.    Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên ku ji Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildaî şewba vîrûsa corona “Bultena Heftane ya Girtîgehan a Covıd-19 parve kirin. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan li 44 girtîgehan lêkolîn kirin û çavdêriyên xwe parve kirin. Saziyan xwest ku ji hiqûqnas û parazvanê mafên mirovan heyetek bê avakirin û li Îmraliyê lêkolîn bike.    ÇAVDÊRIYA 44  GIRTÎGEHAN;    Rêxistinan têkildarî Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 1 a Afyonê, Girtîgeha Tîpa L a Alanya, Girtîgeha Tipa T a Hejmar 1 a Şakranê, Girtîgehên Hêjmar 2-3 yên Şakran ên Alîaga, Girtîgeha Tîpa L a Antalya, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Bandirmayê, Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Jinan a Amedê, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Amedê, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, Girtîgeha Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê, Girtîgeha tîpa E ya Erziromê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa E ya Giresûnê, Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê, Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a KAndirayê, Girtîgeha Tîpa M a Karamanê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale, Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklar, Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepe, Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 2 a Maltepe, Girtîgeha Tîpa T a Manîsa, Girtîgeha Tîpa R û T a Hêjmar 1 a Metrîsê, Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, Girtîgeha Tîpa L a Kandira ya Rîzeyê, Girtîgeha Sîlîvrî, Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrî. Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê, Girtîgeha Tîpa D a Denizliyê, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tekirdagê, Girtîgeha Beşikduzu ya Trabzonê, Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 1-2 a Rihayê, Girtîgeha Umraniyeyê, Girtîgehên Wanê yên Tîpa T, Tîpa F û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê çavdêrî parve kirin   Saziyan çavdêriyên xwe yên gelemperî wina rêz kirin: Li girtîgehan paqiji baş nayê kirin. Malzemeyan kêm didin. Mafê telefon, ragihandinê tê binpêkirin. Mafê girtiyên nexweş ên revîr û nexweşxaneyê têne astengkirin. Li odeyan lêgerîn têne kirin. Alav û amurên girtiyan têne desteserkirin. Girti rastî cezayê hucreyê tên. Rastî lêgerînê tên. Mustafa Koçak ji bo mafê xwe yê darizandina edlî 293 rojin di rojiya mirinê de ye. Prz. Aytaç Unsal li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ji bo daxwaza edaletê 78 roj, Parêzer Ebru Timtik li Girtîgehea Silivrî 109  rojin ji bo mafê xwe yê darizandina edlî di rojiya mirinê de ye. Dîdem Akman li Girtîgeha Şakranê, Ozgur Karakaya jî li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa T a Şakrana Îzmirê bi daxwaza edaletê 61 rojin di rojiya mirnê deye.    DIVÊ LI ÎMRALIYE LÊKOLÎN BÊ KIRIN   Rêxistinan bal kişand ser rewşa Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliye jî û ev pêşniyar kirin: "Li Îmraliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li gel wî Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hami Yıldırım li Îmraliyê Girtî ne. Li gorî standartên girtîgehên Tirkiye yên din gelek îhlalên mezin ên mafên mirovan hene. Ji bo rayag giştî der barê van îdîayan de bê agahdarkirin divê endamên mafên mirovan, hiqûqnas, nûnerên hikûmetê û partiyen siyasi heyetekê avabikin û di demek kin de biçin lêkolîn bikin."