Kampanya Hevmalî ya HDP’ê didome 2020-04-20 16:13:33     AYDIN – Rêxistina HDP’ê ya Kûşadasi di çarçoveya Kampanyaya Hevmalî de piştevaniya 53 malbatan kir.   Kampanyaya Hevmalî (Malbatên Xwişk û Bira) ya HDP’ê ku li dijî pêvajoya vîrûsa koronayê da destpêkirin didome. Her ku diçe ev kampanya ango piştevanî belav dibe û mezin dibe. Rêxistinê HDP’ê ya Navçeya Kûşadasiya Aydinê di çarçoveya kampanyayê de piştevaniya 53 malbatan kir. Hevseroka Rêxistina HDP’a Kûşadasiyê Aysel Bahtiyar Onsel diyar kir ku divê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh bibin û di çarçoveya vê kampanyayê de wan piştevaniya 53 malbatan kiriye. Onsel banga li her kesî kir ku beşdarî kampanyayê bibe.