Covît-19 bijîşkekî din kuşt 2020-04-20 15:19:14   ÎZMÎR - Li Îzmîrê hekimê cihê kar Dr. Nuri Îdiz, bi vîrûsa corona (Covît-19) jiyana xwe ji dest da.   Li Îzmirê bijîşkê cihê kar Dr. Nuri Îdîz, ji ber şewba vîrûsa corona (Covît-19) jiyana xwe ji dest da. Îdîz ku di 26'ê Adarê de nexweş ket di 1'ê Nîsanê de encama testa wî diyar bû. Îdîz ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşilyurtê di 6'ê Nîsanê deket komayê. Îdiz îro jiyana xwe ji dest da.   Odeya Tabîban a Îzmirê têkildari mijadê daxuyanî da û got “Dr. Nurî Îdiz di 20'ê Nîsana 2020'an de ji ber Covid-19'an jiyana xwe ji dest daye. Em xemgîn in. Em sersaxiyê ji hemû xizmetkarên tenduristiyê re dixwazin."