Ji bo çalakgerên rojiya mirinê bang kirin 2020-04-20 15:05:23   STENBOL – Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê ji bo çalakgerên rojiya mirinê banga hestiyariyê kirin.   Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê ya ji rêxistinên mafê mirovan û tenduristiyê pêk tê ji bo rewşa endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek, Mustafa Koçak, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa wan. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê pêk hat û endamên Şandeyê beşdar bûn.   ‘RAYEDARÊN DEWLETÊ BERPIRSIYAR IN’   Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û mirina Hêlîn Bolek a endama Grûp Yorûm k udi roja çalakiya xwe ya 288’an de jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û çalakgerên din jî bi mirinê re rûbirû mane.   Yolerî rojên çalakiya Îbrahîm Gokçek, Mustafa Koçak, Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal bibîr xist û got: “Kesên dewletê birêve dibin ji jiyan û daxwaza çalakgeran berpirsiyar in. Mafê herî bingehîn parastina mafê jiyanê ye. Dewlet ji parastina mafên jiyanê berpirsiyar e. Her kes neçare ji bo mafên xwe li ber xwe bide. Berpirsiyarên mirina Hêlîn Bolek rêveberên dewletê ne. Em naxwazin Îbrahîm, Mistefa, Ebrû û Aytaç bimirin. Em carek din dixwazin berpirsiyariya rêveberên dewletê bi bîra wan bixin. Ji bo parastina mafê jiyanê em banga hestiyariyê civakî dikin.”